Berhem Salih dibe serokomarê Îraqê

Rojnameyeke îraqî eşkere dike ku lihevhatinek di navbera Îraq û Amerîkayê de ji bo guhertina serokomarê Îraqê di rojevê de ye.
Rojnamye Nas a îraqî di jimareya xwe a dawiyê de eşkere dike ku, beşek ji serkirdeyên îraqî û îdareya Amerîkayê qanetek jê re peydabûye ku Celal Talebanî serokpmarê Îraqê ji ber rewşa xwe ya xerap a tendirustiya xwe nikare bi awayekî saxlem weke serokomar rola xwe bibîne û divê bê guhertin.
Rojnameya Nas di nivîse ku, çavkaniyeke haydar jê re gotiye ku, rewşa tendirustiya Talebanî nebaş e û ev jî wisa dike Talebanî nikare bi awayekî baş wezîfeya xwe bi cî bîne, ”Bi taybetî nikariye îdareya pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de bike û ew pirdgirêk roj bo rojê kûrtit û aloztir dibin.”
Her du alî, aliyê îraqî û yê amerîkayî, Berhem Salih cîgirê sekreterê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê ji bo girtina cîyê Talebanî kesekî minasib dibînin.
Ev nûçeye heta nuha ji aliyê îraqî û amerîkayî ve nehatiye red kirin.
Her li dor vê mijarê, Sadî Pîre endamê polîtbûroya YNKê ji Rûdawê re diyar kir ku Talebanî, heta demeke din li Almanyayê dimîne û ji bo cejna Remezanê ya pîroz venagere Kurdistanê.
Pîre ku, di heman demê de berpirsê malbenda 3ê ya YNKê li Hewlêrê ye, got ku, tu demek jî nehatiye diyarkirin derbarê vegera Talebanî ji bo Herêma Kurdistanê.