Cîhan

Nûnerê Taybet yê Suriyê yê NYê diyar bû: Brahîmî

Bi îstifa Kofî Annan, Nûnertiya Taybet yê Suriyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) û yê Yekîtiya Ereban vala mabû û şûna Annan dîplomatê Cazayirî Lakhdar Brahîmî hat peywirdarkirin. 

Kofî Annan 23ê Sibatê de dest bi peywira xwe kiribû û ji bo li Suriyê aşîtî pêk were, plana aşîtiyê a ku ji 6 xalan pêk dihat amade kiribû. Çima ku plan bisernekt, Kofî Annan ji Nûnertiya Taybet yê Suriyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) û yê Yekîtiya Ereban îstifa kiribû. 

Li ser îstifa Annan, dest bi navekî nû dîtinê hatibû kirin. Ji aliyê sekreteriya Giştî a NYê ve hat daxuyandin ku, ji bo peywira Nûnertiya Taybet a Suriyê dîplomatê ber yê Cezayirî Lakhdar Brahîmî hatiye wezîfedarkirin. 

Li ser tayinkirina Brahîmî ev daxuyaniya hat dayîn: Bi biryareke hevpar a Sekreterê Giştî yê NYê Ban Ki-Mun û Sekreterê Giştî yê Lîga Ereban Nabil el-Arabî, îro pêde Lakhdar Brahîmî wek Nûnerê Taybet yê NYê yê Suriyê hatiye tayînkirin. 

Çavkaniyên Neteweyên Yekbûyî, diyar dikin ku, Brahîmî ji bo li Suriyê aşîtî û aramî pêk were, wê planeke nû amade bike.  

Back to top button