PKK Û BAAS Û Yekîtiya Neteweyî / Apê Hesenê Bişar…

PKKê di van rojan dawî de dîsa ji karekî ne karê wê yê qal dike. Ew kar û xebata jî, xebateke pîroz e. Ew kara “Yekîtiya Neteweyî” ye. Bi rêxistin û partiyên Kurdistanê re têkildar e.

PKK/HDPê di vê pirsê de manîpulasyonekê dike. PKK/HDPê çend rêxistinên ku xistiyê bin bandora xwe jî di van rojan de dide tevgerandin.

PKKê çima qala Yekîtiya Neteweyî dike?

PKK, ji bona ku ew karê pîroz krîmînalîze bike, wek projeyeke dewleta Tirk, ji bona ku Tevgera Neteweyî ya Li Bakûrê Kurdistanê û li hemû beşên Kurdistanê ji bona armanca dewleta Kurdistanê û serxwebûn û azadiya Kurdistanê xwe ava neke, pêş nekeve vî karî dike. Bi taybetî jî, ji bona ku zirarê bide, Dewleta Federe ya Kurdistanê vî karî dixwaze puç bike.

PKK gorî ev armanca xwe li dijî netewetiya kurd û Kurdistanê metodek ji bona xwe kiriye rê û rêbaz. Ew metoda jî, metoda Baasê tasfiyekirin û kontrolkirina hêzên civakî û neteweyî ye.

Ez carek din dixwazim vê metoda xeter, ji xwendevan û kurdperweran re pêşkêş bikim.

Wek tê zanîn dema di demên bihurî de MİJARA Yekîtiya Neteweyî/ENİYA NETEWEYÎ//TîfaqA NETEWEYÎ ji aliyê PKK/KCK/HDPê de hatiye rojevê, min metoda PKK/KCK ya Partiya Baas a Sûriyeyê wek heman metod şirove kiriye. Min gelek aşkere nivîsand ku PKK/KCK ev metoda ji Baasê fêr bûye.

Partiya Baasê dibêje ku “em tevayî gel temsîl dikin, ji derveyî me partiyên din xwediyê jiyanê nabin. Partiyên heyî bes di bin sîwan, bandor, hegemonya min de dibe.”

Loma dema ku dît ku ji derveyî baasê partiyek û an jî grûbek derkeve qada siyasî, ji hêza xwe grubên siyasî û rêxistinan ava dike. Eniyekê çê dike. Wek tê zanîn her demê Baas bûye xwediyê eniyeke “milî”.

Ew grub û rêxistinên siyasî dikevin bin sîwana Baasê, postekî burokrat û parlamenteriyeke derevîn û seyyarekê digrin, ew bi temamî dikevin bin kontrola Baasê. Ew tu dem ji derveyî Baasê nikarin siyasetekê biafirînin û nikarin biryarekê bidin.

Navê wan bes bi enî/cephe rê tê ser ziman, lê di eslê xwe de ji Baasê re xulamtî û koletî dikin. Bi Baasê re bi her awayî girêdanê pêk tînin.

PKK/KCK jî dibêje ku “ji derveyî min rêxistin û partiyeke Kurdistanê tune ye. An jî rêxistin hebin jî, ne rewa ne. PKK/KCK, tevayî gel temsîl dike.”

Lê her tişt gor hesabê PKK/KCê nameşe. Loma jî PKKê ji bona ku grub û rêxistinên derveyî xwe bixe bin bandor, hegemonyaya xwe: Divê ji “Yekîtiya Neteweyî”, ji “Eniya Neteweyî”, ji “Tîfaqa Neteweyî” qal bike. Rêxistinên ji derveyî xwe jî, bê wate û bê bandor bike.

Ji bona vê çi dike?

Ji hêza xwe çend hêzan çê dike. “HDP”, “Partiya Herêman ya Demokrat”, “Kongreya Civakî ya Demokrat”, gelek rêxistinên din ji aliyÊ PKK/KCKê ve  ji heman kesan ava kiriye..

Dema ku dest biçîroka “yekîtiuya neteweyî” û “kongreya neteweyî” dike, ev rêxistinên paravan dikevin qada siyasî û çîrokê digerînin.

Beşek partiyên din yên bi parlamenterî, şaredarî bertîl kirine. An jî bertilê dide ber wan. Loma jî karên xwe hêsan dimeşe.

Di van rojên dawî de hamen karî dimeşîne.

Navên ev kutleya xûlam û kolej i PKK/KCKê re, dibê “yekîtiya neteweyî”.

Di eslê xwe de eleqeya vê kombînezonê “yekîtiya neteweyî” û “kongreya neteweyî” tune ye. Her tiştek PKKê ye.

PKK/KCKê bi vê metodê tevgera neteweyî li Bakûrê Kurdistanê pûç kir. Nûha jî dixwaze li beşên din yên Kurdistanê ev xirabiya xwe pêk bîne. Rojeva xwe ya xirabî nû dikie.

Divê rêxistinên kurd û Kurdistanê, Kurdperwer bi siyaseta PKK/KCKê nayên xapandin.

PKK/KCKê xwediyê armanceke milî, dewleta Kurdistanê jî nîne.

“Yekîtiya mineteweyî” di navbeyna rêxistinên kurd û Kurdistanê de tê ava kirin.

Di yekîtiya nateweyî de di navbeyna rêxistinan de pîvana wekheviyê tê meşandin. PKK/KCK li dijî wekheviya rêxistinan e.

Xirabtir tişt ew e ku PKK/KCK rêxistineke Kurdistanê nîne. Projeya dewletên kolonyalîst e.

PKK/KCK di analîza dawî de dixwaze ku hemû rêxistin û partiyên Kurdistanê tasfiye bike.

Di encamê de dikatrim bibêjim ku PKK/KCK/HDP ji bona berjewendiya neteweya kurd ne, ji bona berjewendiya xwe, ji bona ku hegemonytaya xwe li Kurdistanê bidomîne “Yekîtiya Neteweyî” dike wasita û paravana.

KURDPERWERÊ HÊJA APÊ HESEN Ê BIŞAR Ê OMERÎ JIYANA XWE JI DEST DA…

 Min bihîst ku Apê Hesen koça dawî kiriye û çûyê ser dilovaniya xwe.

Mirina wî ez bêsînor xemgîn kirim.

Dema min bihîst ku Apê Hesen jiyana xwe ji dest daye, mejî û dilê min tevizî.

Her çiqas mirina wî wek mirineke dorê be jî, mirin li Apê Hesen nehat.

Min Apê Hesen, di sala 1979an de li Bajarê brîndar û kurdî û keurdperwer Qamişliyê nas kir.  Wê demê ez ji bona bi rêxistinêm Rojavayê Kurdistanê, YNKê, Rêxistinên Fîlîstîniyan  re danûstandin bikim, bi kaçaxî diçûm Rojavayê Kurdistanê, wê demê min ew nas kir.

Min Apê Hesen, bi riya rehmetî Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Pêşverû a Kurdên Sûriyeyê Kek Hemîdê Heciyê Derwêş û hevjîna wî Leyla Xanê nas kir.

Lewra Apê Hesen xezûrê Kek Hemîd bû.

Pişt re min tevayî malbata wî û rehmetî diya Leyla Xanê ku ew kevneendamê PDKSê bû, keç û kûrên wî nas kir.

Piştî Darbeya Leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî mala wî bû mala kurdperwerên penaber yên Bakurê Kurdistanê.

Dema ku deh-bîst kes jî li mala wan dibûn mêvan, rûyê nalbata wan û wî tehl  nedibû. Her dem mêvanên xwe bi rûyê ken pêşwazî dikirin.Ew bi pêşwaziya mÊvanan kêfxweş dibû/dibûn.

Apê Hesen piştî şerê hûndir yê Suriyeyê, bajarê xwe yê hêja Qamişlo terk kir, hat li Bakûrê Kurdistanê bajarê Diyarbekîrê cîwar bû.

Wî li Bakurê Kurdistanê jî, bi îmkanên xwe jiyana xwe domand.

Em bi layiqî ji wî re xwedî derneketin.

Ew kesekî arîstokrak û esîl bû. Ji eşîreta bi navûdeng a Omerî bû.

Ew kurdperwerekî gelek fedekar û bê deng û bê nav bû.

Wî her demê Digot ku “xebata ez dikim, ji bona xwe, ji bona neteweya kurd û Kurdistanê dikim.” Karên ez dikim ne hewceyê bê nivîsandin, bê diyar kirin.

Ez baş dizanim ku piştî mirina wî hemû gelê bajarê Qamişliyê û Rojavayê Kurdistanê  xemgîn in. Lewra wî her demê ji însanan başî kiriye û kurdperwerî kiriye.

Ez ji bona Leyla Xanê,  hemu keç û lawên wî yên din, Varoj, Fîkret, Hejar; dost û hevalên wî, neteweya kurd sersaxî dixwazim.

Amed, 13. 12. 2019

Îbrahîm GUÇLU

([email protected])

 

 

 

 

Nerîna min :