Polîtîk

PKK rê li Pêşmergeyên Kurdistana Rojhilat digire

Çekdarên PKK roja 21 meha Gulanê li ser sinorê Kurdistana Rojhilat û Başûr, dora komek pêşmergeyên PDKÎ girtine. Heta niha jî ev dorpêçkirin berdewam e.Ev yek bo sedemê krîzekî di navbera PKKê û PDKî de.PKK bi mebesta pêşmergeyên PDKÎ guh nedana wan ew dorpêç kirine.Berpirsên PDKÎ dixwazin bi rêya pêwendiyan vê problemê çareser bikin.Armanca pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ewe ku li ser sinorê Kurdistana Rojhilat cîh bibin , da ku li Kurdistana Rojhilat baştir bikaribin çalakiyan bikin.Lê PKK rê nadê vê yekê û naxwaze ew li ser sinor baregehên xwe ava bikin û naxwazin ew çalakiyên çekdarî di nava Kurdistana Rojhilat de li dijê rejima Îranê bikin.Gelek caran PKK dibe asteng di rêya pêşmergeyên Kurdistana Îranê û nahilê ew li Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên çekdarî pêkbînin.PKK ji bo ku rejima Îranê biparêze rê li Pêşmergeyan digire.

Back to top button