PKK nêzikî dawiyê dibe

Endamê Komiteya rêvebir a PKKê Duran Kalkan di derbarê siyaseta PKKê de daxûyaniyek berfireh da. Wek tê zann Kalkan wek hercarê tenê propagandeyekî bê wate dike.

Beşak daxûyanya xwe de Kalan dibêje: Bêguman der barê vê de rexnedayineke cidî divê were dayin. Bi rastî jî Leyla Guven, Nasir Yagiz, berxwedêrên zindanan, yên li Ewropayê di greva birçîbûnê de ne ev rastî gelekî baş rastin pêş çavan. Gelek xusûsên girîng hene ku divê em hemû esas bigirin û dersê jê derxînin. Dibêjin, ‘Li pêşberî Rêber Apo, li pêşberî xeta jiyana azad, hebûna Kurdan û tevgera azadiyê em rexnedayinax we didin’. Yanî bi hişmendiyeke rast a azadiyê mirov nikarin bîst salan di nava sîstema tecrîdê û êşkenceyê de bimînin. Dibêjin, ‘Me ev qebûl nekir, dilê me ranegirt, lê belê dîsa jî em di nav wê sîstemê de man. Bîst sal derbas bûn. Ne bîst sal, diviyabû me bîst roj, bîst saetên bi vî rengî jî qebûl nekiriba. Em rexnedayina xwe didin. Bi rexnedayineke wiha re her ku em xwe ber bi rastiyê ve dibin, dibin xwedî îrade, azad dibin, hişmendî û îdîaya me zêde dibe’. Ev tespît gelekî girîng in. Bi rastî jî ev pêngava dawî ya berxwdedanê, pêngava ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’, li pêşberî sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê ku bi komploya 15’ê Sibatê re derkete holê, rexnedayinek e. Rexnedayina wê yekê ye ku jiyana bi vê sîstemê re qebûl nake. Yanî mirovan dibe ser xeta ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’, dibe ser xeta Viyanan. Ev yek gelekî girîng e.

Kalkan cara yekem e ku helwestek siyasî ya PKKê rexne dike. Ji ber ku ev ne ji edeta PKKê ye. Kalkan di bingehê xwe behsa têkçûna siyaseta PKKê li herêmê dike. Lê vê rastiyê nikare eşkere bêje.  Dema dihat gotin ku PKK beşek e ji sistema Tirkiye, PKK gelekî aciz dibûya. Lê niha Kalkan bi xwe dibêje ku ew 20 salin di nava sistemê de mane. Hewldidin niha xwe ji nava sistemê bidin aliyekî, lê nikarin. Dema karê sistema ku ew navdene dawî hat , ew jî xilas dibin. Kalkan hêdî behsa berxwedana Îmralî dike , gelo li Îmralî çi berxwedan heye? Niha jî tiştek di destê wan de nemaye cardin li ser jiyana xelkê dileyzin. Gelo helwesta Leyla Guven ji bo çiye? Ji bo kiye? Eger ji bo Kurdistanek serbixwebe, eger ji bo destxistina mafên rewa yên Kurda be, divê herkes pişgiriya vê yekê bike. Lê rastî tiştek dine. Ji aliyek din ve Kalkan dide xûyakirin ku stratejiya PKKê tê guhertin. Gelo bi navê kî vê dibêje. Ocalan dema li gel birayê xwe hevdîtin kirî payamek ji bo PKK/HDPê rêkir. HDPê da xûyakirin ku ewê peyama Ocalan ji bo Raya Giştî eşkere bikin. Lê nekirin û nikarin bikin. Ji ber ku peyama Ocalan dê HDPê bi xwe bixe tengiyê de. Ocalan naxwaze li ser navê wî siyaset bê kirin. Dê ayînde de ev yek zelaltir bibe.

Kalkan beşek din ya gotara xwe de behsa bûyera ku Şaladizê bûyî dike û dibêje: Ya rast divê mirov ji vê yekê re nebêjin serhildan. Ya ku pêk hat, şoreş bû. Ya li Deralûk û Şêladizê rû da, bi rastî jî şoreş e. Şoreşa li Başûr, şoreşa li tevahiya Kurdistanê ye. Ev şoreşa çi bû? Şoreşa hestan bû, şoreşa têkbirina tirsê bû, şoreşa rabûna li ber hevkariyê bû, şoreşa qutbûna ji zîhniyeta û siyaseta faşîst-qirker bû. Ev yek şoreşa yekîtiyê ye. Ruhê neteweyî, hestê neteweyî, şoreşa yekîtiya neteweyî ye.

Dixweyê li PKKê gelek teng bûye ku, heta Kalkan bûyera trajik ya ku li Şaladizê pêkhatî wek şoreşekî dinirxîne. Herweha wek hercarê behsa netewiyetê dike. Gelo ne ew Kalkane ku gotine netewî wek gotinek kevnare û xelet dibîne? Serê Kalkan û PKKê gelek tevlîhev bûye.

PKK wek kabusekî ketiye ser dilê kurdên Başûrê Kurdistanê, ew kesên li Kerkûkê û Şingalê li gel milisên Şîe Kurdistan dagir kirîn PKK bi xwe ye û îro heman leyiztikê li ser xalên sinor dike.

Îro Kalkan û hevalên xwe li ser Çiyayê Agirî, yan jî li Cudî xwedî baregehbûna û ev daxûyaniyên hanê dabûna maneyek xwe hebû. Lê nabê tu li ser dilê Kurdên Başûr bimînî û li dijê destkeftiyên neteweî li Başûr tevbigerî û van daxûyaniya li Qendil bidî.

Kalkan nêzikî dawiya xwe û siyaseta çewt dibe. PKKê li li Bakur netewiyet têkbir û kurd bi navê kurdeyatiyê kirin xizmeta sistema Tirkiye de, li Rojhilat li dijî tevgera azadixwaz disekinin û îro astenga herî mezinin. Li Rojavayê Kurdistanê demokrafî guhertin û niha jî çakdarên wan dibin beşek ji artêşa rejima Esad. Li Başûr hewldidin ku desthilata Kurdistanê aloz bikin û hevkariyê hemû aliyekî dagirker re dikin. Lê sernakevin.

PKK nêzikî dawiyê dibe.

13.2.2019

Nûçe/Analiz

Nerîna min :