Rêveberê nahyeya Sinûnê ya ser bi qeza Şingalê ragehand, PKK li sînorê Şingalê mijûlê çêkirina tûnelane û bo lêdana tûnelan jî TNTê bikartîne û xelk wisa dizanin ku bombebarana Tirkiyê ye.
Derbarê hin çavkaniyan belav kir ku îro 10.01.2021ê balefirên şer ên Tirkiyê binkeyên PKKê yên li sînorê Şingalê bombebaran kirine de rêveberê nahyeya Sinûnê ya ser bi qeza Şingalê Nayif Seydo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Nexêr balefirên şer ên Tirkiyê îro ti bombebaranek li sînorê Şingalê nekirine.’’
Nayif Seydo got: ‘’PKK li çiyayê Şingalê mijûlê çêkirina tûnelane û ji ber wê jî teqemenî û madeyên TNTê bikartîne, êdî xelk jî wisa dizane ku bombebaran heye.’’
Grubên ser bi PKKê bi bahaneyên cuda cuda ve rê nadin hemwelatiyên Şingalê ku biçin çiya û gelek caran jî kurdên êzdî û pêkhateyên din ên Şingalê xwepêşandan kirine û daxwaz kirine ku PKK wî sînorî vala bike û binkeyên xwe li wan deveran rabike, lê PKKê ew dever vala nekirine û bûne astenga seqamgiriya sînorê Şingalê.