Nivîsar

Ocalan “Em ji neteweya Tirkin“ siyasetmedar û rewşenbîrên Kurda çi dibêjin?

Gelek cara dema behsa PKKê tê kirin piraniya rewşenbîr û siyasetmedar  ewilê difikirin û piştre diaxêvin.Ji ber ku ev cureyê insana dîtinên xwe yên ji dil nabêjin û li gora bayê siyasetê behsa PKKê dikin. Ji berî her tiştekî gerek her Kurdek bi siyasetê ve mujile yan jî rewşenbirek,hûnermendek yan jî kesayetek niştimanperwer divê di derbarê PKKê de dîtina xwe zelal bike û li gora vê jî di siyasetê de tevbigere.

Di vê qonaxê de PKK bi helwesta xwe û kiryarên xwe di rêya destxistina mafên netewî de asteng e. PKK ne tevgerek Kurdistaniye û tu nirxên Kurdistanî xwedî nake. PKK Ala Kurdistanê red dike.PKK li dijê dewletbûna Kurdistanê ye. PKK li ser destkeftiya sedsalana Kurdistanê tehdîta herî mezine. Ev yek di destpêkê de heta wek îro bingehê îdeolojiya PKKê ye.

Berê xwe bidinê serokê PKKê Ocalan di axavtineka xwe de çi dibêje:

“ Ez tiştekî ji dewletê naxwazim.Ne pileyekî ne jî postekî dixwazim. Ez tenê dixwazim firsenda xizmetê bidin min.Ezê rûmeta Tirkiye û tirsa wan pêşde bibim.  Ezê ji bo Tirkiye palana mezin çêbikim,ezê karên mezin bikim, eger ez miletê Kurd dewletê ve girênedim, Amerika dixwaze bi rêya Barzanê dewleta Kurda ava bike. Eger ev bibe pûwendiya Tirkiye bi Asya re qut dibe. Ez ne Kurdek xalis û muxlisim, ez ji her Tirkekî bêhtir xwe Tirk dibînin, di pratikê de ez Tirkek başim.

Ocalan berdewamiya axavtina xwe de dibêje:  “ Mamustayê min yê dersa Quranê ji minre digot: “ Eger tu halê herî tu dibî evliyayek“ Hun bandora Barzanî û Talabanî biçûk nebînin.Di rastiyê de hêzên xort li pişta wan hene. Ew Cumhuriyeta Tirkiye difroşin baweriyê li wan neynin. Em ber bi sentezek hêja ya cumhuriyetê ve diçin. Hunê encama vê yekê di demek nêz de bibînin. Zimanê Tirkî ji berê behtir tê axavtin. Bala xwe bidinê li Hakkarî Tirkiya Stanbulê gerek ji berê behtir bê fêrkirin. Ez nebûma , dê qewmiya Kurdî pêşvetir biketa. Berê min digot Tirkiyebûn lê niha ez dibêjim Neteweyê Tirk. Em ji neteweyê Tirkin.“

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan gelek axavtinên bi vî awayî kirine û Ocalan dema hatî girtin jî li ber çavê dinyayê hemûyê rastiya xwe ya ku xulamiya dewletê bike eşkere kiriye. Ocalan gelek vekirî îdeolojiya PKKê dide kifşkirin. Lê pirsgirêka mezin ewe ku akilmendên siyasî , rewşenbîr û siyasetmedar vê yeke tênagihin. Yan jî naxwazin têbigihin. Ew ne ewkas kêm akilin ku  tênegihin, lê nayê hesabê wan têbigihin. Ji ber ku ew jî bi vê helwesta xwe dibin şirîkê  dîtinên Ocalan û xizmetê ji van dîtinan re dikin û di rastiya xwe de dibin xûlamên xûlama.

PKK îro du tiştên gelek xirab dike. Ewv kiryarûn PKKê tê wateya xiyanetê li dijê neteweya Kurd. Ser û bine vê yeke tüneye.

Yek jê ewe ku hewldide hêviya Kurda, hêviya dewletbûna Kurda li başûrê Kurdistanê bifetisîne. Ji bo vê yeke bi hemû hêza xwe li ser axa başûrê Kurdistanê şerê PDK dike. Bê tifaqiyê têxe di navbera aliyên Kurdî li başûrê Kurdistanê de.rewşa civakî û ewlehiya Kurdistanê aloz dike. Hewl dide wek sixûriya Îranê û Şîeyên Iraqê statuya Kurdistanê têk bide û cardin Kurd wek wilayeta li Bexdayê ve bene girêdan. Eger di vê de jî sernekeve, hewldide Silêmaniyê ji herêma Kurdistanê veqetine û Bexdayê ve gire bide. Îro tişta li Şingalê û Mexmur dike ev e. Li Şingalê bûye beşek ji Heşda Şeibî û rê digre ku Şingal Kurdistanê ve bê girêdan. Îran û Iraq ji bo cih nekirina Madeya 140ê PKKê wek pîyonekî bi kar tînin.

Duyem helwesta PKKê li rojavayê Kurdistanê ye. PKK di serî de wek çekdarên rejima Suriye destkar kirin û bi rêya Îran û Iraqê li rojavayê Kurdistanê cih bû. Beşê di bin deste siyaseta PKKê de, Ala Kurdistanê qedexeye, navê Kurdistanê nayê bi karanîn û hemû nirxên Kurdistanî winda kirine. Bi dehan aligir û berpirsiyarên partiyên din kirin zindana de û ew terör kirin. Avahiyên wan şewitandin û mafê jiyanê ji wanre nehiştin.

Bi hewldanên desthilatiya Kurdistanê û Amerikayê hêviyek a yekrêziya Kurda li rojavayê Kurdistanê derket holê. Hevdîtin pêkhatin gavên baş hatin avêtin. Lê PKK hemû hewldana dike ku ev kare yekrêziyê neçe serî. Eger PKK ji aliye Kurdên rojava ve neye red kirin ew nagihin tu encamekî. Lê yekrêziya Kurdên rojava serbikeve, li Kurdistana Rojava statuyek a Kurda pêktê û ev yek dibe destkeftinek dîrokî ji bo hemû Kurdistanê.

Her kurdek û taybetî siyasetmedar vê yeke dizanin û dibinin. Eger hêja pişgiriya vî tawanê PKKê bikin , divê ew jî di hemû platforman de bene eşkerekirin û li himber wan helwestek werê dayîn. Hêdî helwesta li himber PKKê bûye pîvaneka niştimanperweriyê. Bûye pîvana Kurdeyatiyê.

Ne hevceye ka mirov PKKê tazî bike, ji xwe Ocalan û rêveberên Qendil PKK ji zûde tazî kirine. Vêca eger hêja mirov tênegihê, ev jî ji sivikahiya akilîye.

10.01.2021

Nûçe/Analîz

Rojevakurd

Back to top button