CivakRojev

Keçeke Kirîstiyan li Zaxo dibe Seroka şaradariyê

 Ji bo cara yekem, keçek li Zaxo dibe seroka şarederiyekê. Ew keç bi navê Mardîn Hîkmet e, ji pêkhateya Krîstiyanî ya Kildanî ye û endezyar e.

Mardîn Hîkmet 7 sal in di postên cuda de kar kiriye û niha jî li qezaya Rizgarî ji bo posta Seroka Şaredariya Îbrahîm Xelîl hatiye destnîşankirin.

Mardîn Hîkmet ji K24ê re ragihand, “Ez ji krîstiyanên gundê ji gundê Pêşxabûr in. Min endezyariya şaristanî li zankoya Duhokê xwendiye, niha jî li şaredariya Îbrahîm Xelîl min dest bi kar kir”

Wek pêkvejiyana hemû netewe û olan li Zaxoyê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê dayîna postên hikûmetê li sînorê Zaxo de, ti cûdahiyê naxistiye navbera pêkhateyan de.

Qeymeqamê Zaxo Botan Muhsên ji K24ê re got: “Em wek Hikûmetê, ti carî me cudahî nexistiya navbera pêkhatiyan. Wek mînak, Seroka Şaredariya Rizgarî, hem keç e û hem Kirîstiyanî ye. Rêveberê Elektirîka Zaxo Ermen e, Rêvebera Banka Hêzil jî Ermen e û Serokê Şaredariya Bêrsivê jî Kirîstiyanî ye.”

Zaxo wek nimûneya pêkvehiyana olan tê zanîn, xelkê Misliman, Kirîstiyan, Êzidî, Kildan, Siryan, Aşûr û Ermen bi hev re dîjin û hemû wek hev mafên wan parastî ne.

Back to top button