Nivîsar

PKK li Şingalê bi dengen xelkê winda bû..

Li ser rewşa PKKê li başûrê Kurdistanê gelek nirxandin çêbûne. Bi kurtahî heyîne PKKê li başûr astengên mezin pêşveçûn û destkeftiyên Kurdistanê re peyda dike.

Ji berî her tiştekî dewletên dagirker  PKKê ji bo armancên xwe bi kar tînin û bi destê çekdarên PKKê li başûrê Kurdistanê dibin tehdîtek li ser statûya li başûrê Kurdistanê heyî. Ji aliyek din ve Hêzên Kurdistanê û Iraqî jî piraniya cara PKKê wek kertekî li himber hev bi kar tînin. Dema di vê çerçovê de PKK bê nirxandin gelek alî behtir dikarin rastiya xwe li himber PKKê bibinin û li gora wê jî tehdîta PKKê ya li ser destkeftiyên netewî dikarin kêmtir bikin, heta ji holê rakin. Yanî dîtina aliyên siyasî li başûrê Kurdistanê di derbarê PKKê de gelek girîng e û nirxandinek rasteqînî tenê dikare zerer û ziyana PKKê ku dide tevgera azadixwaz a Kurdistanê kêm bike.

Li Iraqê û başûrê Kurdistanê hilbijartinên parlementoya Iraqê çebûn. PKKê li Şingalê ji bo parlementoya Iraqê kandîdatên xwe destnîşan kirin û tevlî hilbijartina bû. Li deverên din yên başûrê Kurdistanê jî pişgiriya hinek aliyên siyasî kir. Di encama hilbijartinan de hat diyarkirin ku, PKK tu deng destve neanî û li Şigalê şkestek mezin destve anî. PKK li Şingalê bi pişgirya Heşda Şeibî dimîne ,miaşên xwe ji di bin navê Heşda Şeibî de ji hukumeta Iraqê werdigire û çekdarên PKK wek milîsên Heşda şeibî ne. Eger heta wek vê gavê ev yek neye dîtin û mayina PKKê li başûr bê meşru kirin, ev yek tene li gora daxwazên dewletûn herêmê û hêzên dijitiya destkeftiyên netewî dikin tê kirin.

Di dema peopagandeya hilbijartinan de ji bo pravakasyonê çekin rê nadan ku kandîdatên PDKê bikevin nava Şingalê û propagandeya xwe bikin. Medya PKKê ev yek wek “berxwedana gel“ da nişandan û bi roja dijê PDKê dezenfarmasyon belav kirin. Lê di encam de xelkê deverê bi dengen xwe bersiva PKKê da û ew aliyên ku PKKê pişgiriya wan dikiran jî di dîroka xwe de şkesta herî mezin destve anîn.

Bê guman gelemperî nirxandin û şiroveya hilbijartinên başûrê Kurdistanê mijarek girînge. PDK serkeftinek berbiçav destve anî, lê ev serkeftin li himber aliyên din yên siyasî detve aniye. Gerek sedemên kêm beşdariya xelkê ya hilbijartina  baş bê nirxandin û PDK vê yekê wek kemasiyekî li dar bêxe û vê kemasîyê ji holê rake.

Îro li başûrê Kurdistanê PDK dewletbûna Kurda diparêze û ev rüya pîroz ji xwere kiriye armanc. PDK hêza serekeye û desthilat e. Eger gazindeka xelkê ji desthilatê hebe , divê PDK vê yeke girîng binirxîne  û van gazinda ji holê rake. Ji ber ku di serî de PKK hinek aliyên siyasî dijitiya PDKê û di kesayeta PDKê de dijitiya destkeftiyên netewî û dewletbûna Kurda dikin. PDK hêza xwe ji xelkê Kurdistanê digre û nabe tu cara vî xelkî û daxwaziyên wan paşguh bike.

Di van hilbijartina de rijeya xelkê ku çûyî ser sendoka kêm e. Pêwiste lêkolînek taybet li ser vê bê kirin stratejiya PDKê ya hilbijartinên pêşerojê ya Parlementoya Kurdistanê di vê çerçovê de bê diyar kirin.

PDK hilbijartinên parlementoya Iraqê de serkeftinek mezin destve anî û nabe ev serkeftin bibe sedemek ku, PDK xwe bi awayek cidî berçav re derbas neke. PDK malê gel e û divê bi hemû awayî guh li gel û daxwazên wan be.

Heta ku PDK siyasetek rasteqênî rêve bibe, hêzên ku dijitiya wê dikine dê her şkestinê bixwin.

16.10.2021

Nêrîn/Şirove

N.Firat

Back to top button