CivakPolîtîk

PKK li dijê Ala Kurdistanê ye

Çavdêrên siyasî dibêjin, li kûderê berjewendiya kurdan bo dewletbûnê geşe bike, PKKê li wir lê dide, ji ber ku ew ji destpêka serhildana xwe de armanca wan karkirine li dijî mafê gelê kurd.Xelîl Ehmed pispor di karûbarê Rojavayê Kurdistanê de derbarê dijayetiya ala Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK ji dema avakirina xwe de heta niha li dijî berjewendiya kurdan rawestiya ye. Tê bîr min sala 1992 kurdan federalî ragihand, ku îdareya kurdî êdî bû xwedî parlamento û hikûmet, lê PKKê dest bi dijayetiya wê pirojeyê kir û niha ku Herêma Kurdistanê ber bi dewletbûnê ve diçe, dîsa PKKê dest bi dijayetiya wê kiriye.”Ehmed wiha got: “PKK bi eşker dibêje, Dewleta kurdî ne di karnameya me de ye, lewma dixwazin li sembola dewletbûnê bidin ku ala Kurdistanê ye. PKKê li dijî pirçekirina Hêzên Pêşmerge ye jî û li dijî pêgeha herêmê ne. Ew li Almanya li dijî pirçekirina Pêşmerge derketin û gotin nabe çek ji Pêşmerge re were şandin. Ew di hemû diruşmên xwe de behsa kurd û Kurdistanê nakin. Ew partî, destekî derve li pişta wê ye. Ew li Rojava jî bergiriyê di ber rêjîmê de dikin û Esed û Îran jî alîkariya wan dikin.”Wî pisporî wiha got: “Li Başûrê Kurdistanê pêvajoya aştiyê gihîştibû qonaxeke pir baş, lê PKKê li dijî wê derket û hemû aliyan dît ku çawa li dijî wê derketin. Lewma li kûderê bang û xebat bo dewleta kurdî hebe, PKKê li dijî wê derdikeve û dest bi pilanan li dijî wê dike.”Ji aliyê xwe ve, Kesayetiya Siyasî Dr. Mehmûd Osman derbarê vê mijarê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Wek ez dizanim PKK û PYDê ala wan a taybet heye û ne ligel ala Kurdistanê ne, ev yek jî şaşîtiyeke mezin e û dibê piştgiriyê li ala Kurdistanê bikin û divê bi hemû kurdan yek ala hebe.”Dr. Mehmûd Osman wiha got: “Ala Kurdistanê alayeke dîrokî ye û li Komara Mehabad hat bilindkirin, heq e hemû alî pêwendiyê bi wê alê bikin û rêzê jê re bigirin, rast e her partiyek xwedî alayeke taybet e, lê divê ev ala giştî be û divê PKKê vê alayê bilind bikin.” 

Back to top button