Polîtîk

PYD ne kurdperwer e

Kurdên Rojavayê Kurdistanê daxwaz dikin ku Serok Barzanî êdî rê nede vê rewşa xerab a Rojava berdewam be û bi siyaseta xwe ya hekîmane rûbirûyê vê bêrêziya ku ji aliyê PYDê li hember gelê kurd tê kirin, bibe.Penaberekî Rojavayê Kurdistanê li Kampa Qoştepe bi navê Mîrvan Hemo ji malpera KDP.info re ragihand: “Roja Ala Kurdistanê em pir dilxweş bûn dema birayên me li Rojava ala me ya rengîn bilind kirin peyama xwe gihandin dijmin û neyarên gelê kurd, lê mixabin ku çekdarên PYDê rê li wan girtin û êrişî ahenga wan kirin.”Hemo wiha got: “Malbatên me li Rojava ji me re dibêjin çekdarên PYDê xelkê digirin û bêrêziyê li hemberî wan û ala Kurdistanê dikin. Ew karê PYDê nerazîtiyeke mezin li pey xwe anî, ji ber ku ev çendîn sal e ku gelê kurd bo bilindkirina vê alê xebatê dike. Ew karê ku PYDê Roja Ala Kurdistanê kir dê pir nerênî be û divê baca wê şaşîtiyê bidin. Xelkê Rojava baş ew rastî fêm kirine ku PYDê hemû xetên neteweyî derbas kiriye.”Ji aliyê xwe ve, Alan Haşim ku penaberekî Rojava ye li kampa Kewregoskê ragihand: “Ji ber karên xerab ên PYDê û pêwendiyên wê ligel rêjîma Sûriyê, hinek maye Rojavayê Kurdistanê vala bibe ji xortan. Xelkê navçeyên kurdî bar dikin û berê xwe didin Başûrê Kurdistanê û Ewropa. Ev sivkatiya PYDê bi ala Kurdistanê di Roja Ala Kurdistanê de rastiya wê partiyê ya li dijî kurdan diyar dike û eşker dike ku ji bo dijminê gelê kurd kar dike. Ew karê PYDê bi ti awayî nayê qebûlkirin û dê baca wê sivkyetiyê bi ala Kurdistanê bidin. Em daxwaz dikin xelkê Rojava zû di rûyê PYDê de rabin.”Herwiha penaberê Rojavayê Kurdistanê yê bi navê Ebdulah Slêman ku li kampa Qoştepe ragihand: “Tişta ku PYDê Roja Ala Kurdistanê kir û sivkatî bi ala Kurdistanê û sembola gelê kurd kir bi ti awayî nayê qebûlkirin, PYDê ne tenê ne kurdperwer e. Divê PYDê baca wê sivkatiyê bide ku bi ala Kurdistanê kir. PYDê bi tekrewî û dîktatorî kar dike. Ew bi hemû hêza xwe li dijî destkeftên neteweyî yên gelê kurd e. Em daxwaz dikin ku hemû partiyên siyasî û Serok Barzanî êdî rê nedin vê rewşa xerab a Rojava berdewam be û bi siyaseta xwe ya hekîmane rûbirûyê vê bêrêziya ku ji aliyê PYDê li hember gelê kurd tê kirin, bibin.”

Back to top button