CivakPolîtîk

Kurdistana Bakur wêran dibe

Li Bakurê Kurdistanê siyaseta xendek û operasyona jiyana xelkê herêmê têkbirîye.Taybetî di van 4 rojên dawî de, serî de li Cizîrê, Silopî, Sûr a Diyarbekir û Kerboran nûçeyên kuştiya û birîndara digihin.Di van herêma de xelk nemaye. Zêdeyî 300 hezara kurd ji malên xwe koçber bûne û dema rojekî vegerin cihê ku lê bimînin nemaye.PKK naxwaze xelk ji malên xwe bar bikin û heta radeyekî xelkê ji bo bar nekin tehdît dikin.Parlementerên HDP di medya civakî de dibêjin“ Ji malên xwe bar nekin, hun rojekî vegerin cihê we tuneye“Bi vî awayî xelk têne tehdît kirin.Lê kesek jiyana xelkê ya rojane nafikirê.Li gora medya Tirkî di van 4 rojan de li Cizîrê 64 çekdarên PKKê hatine kuştin, 7 kes birîndarin û kesek jî saxî ketiye di destê hêzên ewlehiya Tirk de.Li silopî 6 çekdara jiyana xwe ji dest daye.Li Sûr a Diyarbekirê 16 çekdar jiyana xwe ji dest dane.Herweha li kerboran jî 10 çekdar hatine kuştin.Cardin li gora medya Tirkî heta niha 3 leşkerên hêza ewlehiya Tirk hatine kuştin û 6 polis jî birîndar bûne.Kî çikas can ji holê rakirin ne girîng e.Lê gelo ev ciwan ji ber çi de jiyana xwe didin.Gelo jiyana miletê kurd ji bo çi hatiye têkbirin.Bi sedan pirsên bê bersiv hene.Kurdistan wêran dibe.Heta niha hêjî parlementerên HDPê benga berxwedanê dikin.Eger ew parlementer rastiyê dibêjin û behsa berxwedanê dikin, bila ji Parlementoya Tirkiye derkevin herin ber xendekan şer bikin.Di dewsa ciwana ew berxwedanê bikin.Lê na mixabin ew li ser xwîna zarokên kurda siyasetê dikin..

Back to top button