CivakPolîtîk

PKK ketiye nav hevpeymaniyekî ku dijî hemû daxwazên gelê Kurdistanê

Şêwirmendeke polît bûroya PDKê bersiv da PKKê û dibêje PKK dijî referandoma Kurdistanê ye. Piştî hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik diyar kir, referandom piroseya dewleta Tirkiyê ye û PDK biryarên AK partî û Erdogan pêktîne, şêwirmendê polît bûroya PDKê Arif Ruşdî ji BasNewsê re ragehand: ‘’En ku naha dijatiya referandomê dikin PKK û hevpeymanên wan in. Em eger referandom bikin li gel Bexda, Tehran û Şam jî bibe Şam emê li gel hemûyan gotûbêjan pêkbînin. Em naxwazin bi şer referandomê bikin.’’ Arif Ruşdî diyar kir, hemû welatên ku peyvendiya wan li gel herêma Kurdistanê heye, li ser bingehê hevbeşiyê gotûbêj li gel wan wê bên kirin û got: ‘’Eger dewleta Tirkiyê piştîwaniyê li me bike emê bêjin destên we saxbin.’’ Daxwaz ji PKKê jî kir, wek hêzeke Kurd hewl bide û kar bike ji bo bingehê referandomê xweş bike û diyar kir: ‘’Ne wekî endamê rêveberê KCKê Duran Kalkan û ên din ku dibêjin, eger referandom bê kirin; emê Kurdistanê bikin gola xwînê.’’ Herwaha Arif Ruşdî ji BasNewsê re aşkera kir: ‘’PKK ketiye nav hevpeymaniyekî ku dijî hemû daxwazên gelê Kurdistanê ye û buye darê destê dagirkerên Kurdistanê.’’  

Back to top button