CivakPolîtîk

PDK, YNK bi hevpeymanê yê serekiyê xwe dizane

Roja 31-5-2016 bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û nûnerên partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê û Îraqê û wezîr û perlemantarên Bexda û Hewlêrê û konsul û nûnerên welatên biyanî li Herêma Kurdistanê û hijmarek kadir û endam û alîgiran, merasimek ji bo bîranîna 41. Salvegera avabûna YNK rrêveçû.Piştî hin axaftinan, Serokwezîr peyvek pêşkêş kir û bal kişande ser giringiya damezrandina YNK û têkoşîn ji bo bi dest xistina mafên gelê kurd û bi vê hillkeftê pîrozbahiaya Birêz Celal Talebanî Sekreterê Giştiyê YNK û tevaya endam û alîgirên wê kir û silav ji bo şehîdên YNK şand ku ji bo Kurdistanê bûne qurbanî û heya niha jî le ser qurbanîdanê berdewam in.Serokwezîr her wiha behsa dîroka hev xebatî û bi hev re bûna PDK û YNK kir ku her çend hinek caran evraz û nişîvî û pirsgrêk û şer hebûye, lê karîne bi hev re tevî hemû hêzên siyasiyên din yên Kurdistanê destkeftên giring ji bo vî welatî bi dest bînin. Ev yeke jî got li civîneka Mektebên Siyasî yên PDK û YNK amaje bi vê yekê hatiye dan ku her du alî tehemûla hevdu bikin û barê hevdu hilbigirin. 

 Nêçîrvan Barzanî her wiha behsa qonaxa hev xebatiya PDK û YNK û destkeftên hev xebatiya her du hêzan kir, wek raperîna sala 1991 û yekem hilbijartina Perlemana Herêma Kurdistanê û avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û beşdariya bi bandor li pirosêsa rizgarkirina Îraqê û herifandina rejîma Beis tevî hêzên Îraqiyên hevpeyman û bandoa her du birêzan Celal Talebanî û Mesûd Barzanî ji bo amadekirina destûrê nûyê Îraqê û Îraqa nû. Her wiha behsa bandora dûrketina Celal Talebanî li xebata siyasî ya Kurdistanê û Îraqê û vê valahiyê kir ku ji ber vê yekê li Îraq û Herêma Kurdistanê rû daye.Serokwezîr her derbarê hikmeta Birêz Celal Talebaî ji bo çareserkirina pirsgirêkan xuyakir pirsgirêkên ku li Kurdistanê an Îraqê rû didan, Mam Celal bi hikmeta xwe hewla çareserkirinê dida û bi çi awayekê derfeta vê yekê nedida ku pirsgirêk mezin bibin, ku herdem alîgirê diyalogê bû û gelek caran nermî nîşan dida ku dukevte ber rexne û gileyî ya hevkarên xwe di nava YNK de.Li dawiya peyva xwe, Serokwezîr pîrozbahiya 41. Salvegera avakirina YNK kir û pêdagirî li ser vê yekê kir ku PDK, hemû hêzên Herêma Kurdistanê, bi taybetî YNK bi hevpeyman û hev xebata sereke ya xwe dizane. 

Back to top button