Şanda Hevpeymaniya Niştîmanî ya Dijbereya Sûriyê Enes Ebde îro çarşemî 1ê Hezîranê li bajarê Hewlêrê serdana kampa Quştepe ya koçberên Rojavayê Kurdistanê kir. Enes Elbede di vê serdanê de behsa rewşa şoreşa Sûriyê kir û bal kişande ser giringiya beşdarbûna hemû pêkhateyên Sûriyê û bi taybet jî Pêşmergeyên Rojava di şerê li dijî tîrorê de. Ebde ragihand, divê Pêşmergeyên Rojava vegerin Sûriyê û di şerê li dijî terorê de beşar bibin. Ebde di daxuyaniyekê ji Rûdawê re aşkera kir ku wan wek Dijbereya Sûriyê daxwaz kiriye, ku Pêşmergeyên Rojava yên ser bi Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ve derbasî nav axa Sûriyê bibin û di şerê li dijî terorê de beşdar bin. Ebde wiha axivî: “Me daxwaz kir ku Pêşmergeyên ser bi Encûmena Niştîmaniya Kurdî ve bi aktîv beşdarî şer bibin, daku şerê rêjîmê û DAIŞê bikin. Ji ber ku ev cihê wan ê rasteqîn e, herwiha di derbarê pêkvejiyaneke hevbeş de, ew (pêşmerge) dê roleke sereke bibînin.” Li ser civîna bi Barzanî re û encamê vê civînê jî, Serokê Hevpeymaniya Nişîtmaniya Dijbereya Sûriyê da xuyakirin: “Hevtîtineke giring û stratîjî bû, me nerînên xwe bi hev re guhertin û me guhertinên dawiyê yên siyasî û mirovî û meydanên pê re şirove kir. Civîn erênî bû, ji ber ku weke hûn dizanin ji roja yekem ve, ew piştgîriya hewlên gelê Sûriyê bo azadî û rûmetê dike.”