Piştî rakirina parêzbendiyê di parlementoya Tirkiye de, HDP di nava xwe de rewşa derkeve holê gotubêj dike.Di serî de Selehattin Demirtaş û hinek parlementer dixwazin li Diyarbekirê parlementoyekî ava bikin. Ji aliyek din beşek parlementer dibêjin em li welatek yê Ewropa parlementoyêkî ava bikin.Dixweyê herdu bedil jî zehmete ku bikeve jiyanê. Yekem dema Demirtaş behsa parlementoyê li Diyarbekir kir, Duran Kalkan bersiva Demirtaş da got: Li cihê we parlementoya Tirkiyeye, qet Diyarbekir nefikirin. Demirtaş di cih de bê deng ma û hêdî behsa vê yekê nekir.Hinek parlementer behsa parlementoyê li welatek Ewropa dikin. Ji xwe berê tecrûbeyek ya PKKê bi awayî çêbû. PKKê parlementoya derveyê welat vekir. Lê ew tecrûbe jî serneket.Niha kî çi bêje bila bêje, HDP nikare bi serê xwe û îrada xwe biryarê bide ku çi bike. Biryar li qendilê tê dayin. Ji bo vê yekê parlementer çi bêjin valeye. Ji ber ku ew ne parlementerên Kurdistnê ne lê parlementerên Qendilin.Eger parlementerên HDPê, bi rastî bi îrada xwe biryarê bidin dê hingê mirov bêje partiyek demokratike û hêza xwe ji xelkê digre.Lê mixabin herkesek û parlementerên HDPê bi xwe jî dizanên rewş çeweye û biryara wan ne di destê wan bi xwe de ye.Ihtimala biryara palementerên HDPê yên Tirk bikaribin bi serê xwe yan jî bi partiyên xwe biryara bigrin gelektir e. Ew dema pêwistbe dikarin ji derê biryarên Qendil jî tişta bêjin. Ji ber ku Qendil bi xwe ji parlementerên kurd behtir guh dide wan.Rewş vekirî û gelekî zelal e. Parlementer bi xwe ji her kesekî behtir dizanin çeweye, lê nikarin ji derê îrada Qendil tevbigerin. Rojevakurd nûçe/analiz
Pêş
30/06/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya li Refîq El Îsawî kir
30/06/2025
Divê mijar ne tenê danîna çekan be!
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Şêx Seîd Îslam û Kurdistan28/06/2025