CivakPolîtîk

ENKS kiryarên asayîşa PYDê şermezar kir

Li ser vexwendina Emîndariya Giştî ya ENKS ê, 31ê Gulanê bi sedan xelkên Amûdê û alîgirên ENKS ê bi xwepêşandanek li dijî kiryarên PYD ê yên hovane derketin.Xwepêşendar di cadeya serekî li Amûdê birêveçû û siloganên şermezarkirina binçavkirina siyasetmedaran û êrîşkirina malan hatin bilindkirin.Narîn Metînî endama Emîndariya Giştî ya ENKS ê gotina ENKS ê xwend tê de kiryarên PYD ê bi tundî şermezarkir.Hêjaye gotinê ku partiya Yekîtî ya Kurd bi hejmareke mezin ji serkirde û endamên xwe beşdarî xwepêşandanê bû.  30 Gulanê di dema şev de, Girûpeke çekdar  serokê xwecihiya Amûdê ya encumana niştimanî ya kurd li Sûriyê ENKS Yûnis Esed revand û ew eşkence kirîbûn.Girûpa çekdar serokê xwecihiyê ji ber mala wî li gundê cewheriya  revand û li nêzî gundê xanîka li ser riya  Dirbêsiyê  hate dîtin û şûna işkenceyê li ser laşê wî diyar bûn.

Back to top button