Polîtîk

PKK ji çiya dadkeve

Di malpera Rojevakurd de gelek caran nûçeyên hevdîtinên di navbera dewletê û PKK-ê hatine weşandin. Gelek caran nûçeya  kesayetek ku di navbera Ocalan û dewletê de navberiyê dike di rojnama Tarafê de hatin weşandin. Ev hevdîtin li Satanbule di resturantekî de pêkdihatin.

Ve care rojnemevana bi navûdeng ya Tarafê Neşe Duzel li gel wî kesî axavt û hevpeyvînek li gel wî kesê ku naxwaze navê xwe eşkere bike pêkanî. Herweha vî kesî ji piştê ve izin da ku weneyê wî bête kişandin. Belê kesayetek nehîniye. Lê ew kes li gora dide xuyakirin çepek kevine û li gel partiya komînist a Trikiye kar kiriye û Ocalan baş nasdike.

Di hevpeyvîna xwe de kesê nenas gelek tiştên girîng ji bo Neşe Duzel dibêje,herweha ew kes di derbarê hevdîtinên li gel Ocalan de bersiva pirsan dide. Çend xal ji bersiva kesê nehînî.

 ” Eger xeletiyek mezin newê kirin, ev pêvajoya agirbestê baş bête parastin, ez bawer dikim ku, piştî hilbijartinê parlementoyê yên sala 2011-ê PKK ji dev çek berdide û wê ji çiya dakevin.”

” Dewlet dibîje ku ji bilî yekitiya Tirkiye em dikarin her tiştekî gengeşe bikin. Lê bila daxwazî jî yek bi yek werin rojevê ”

”Hinek kesên pispor û akademisyen yên ku di metbexa dewletê de gihayîne û gelek şehriza  li Îmralî li gel Ocalan hevdîtina dikin.
Ez bawerim dê rojek werê wek herkesekî li welatek demokratik de, Ocalan jî ji zindanê derkeve û azad bijî.”

Back to top button