
Serokê Dewletên Yekgirtiyê Emerikayê Barack Obama di derbarê têkîliyên DYA û Cihanê Misilmanan de got : DYA li ser têkîliyên welatên Misilmanan di rêyekî rast de ye
Obama di çarçoweya gera Asyayê de li Endonezyayê bû û digel Serok Dewletê Endonezyayê Susilo Bambang Yudhoyono civînekî çapemeniyê lidarxistin û diyar kir ku ji bo başkirina xirabiya têkîliyên civatên Misilmana hewlên pir ciddî didin.
Obama da zanîn ku di navbera Rojava û Misilmanan de ji bo pêşvebirina têkîliyên hewlên pir ciddî hene lê pêşvebirin hîna jî temam nebûye û gelek gav hene ku hîna jî nehatine avêtin. Hedefa me di navbera Rojava û Misilmanan de avakirina pirên aştî û dostaniye.
Rexne li ser Îsraîl
Obama di civîna çapemeniyê de rexneyên li Îsraîlê kir û li ser avadaniyên nû yên li Rojhilata Qudusê jî got : Faaliyetên bi vî şeklê ti car ji dîdarên aştiyê re feydeyek nade.