Civînên agehdariyê li ser ”Dadgeha Amed ê”
Turkiye ji adara 2009 an heta niha hejmarek bilind ji siyasetvanên Kurda, şaredar û nûnerên dezgehên mafê mirovan girt, û avête hepsê. Dadgeha li dijî siyasetvanên Kurda di 18 cotmeh ê li Amedê dest pê kiribû. Ji bo raçavkirin û piştgiriya siyasetvanê Kurda, gelek endamên partiyên Swêdî û nûnerên CHAK ê çûn Amedê û beşdarî dadgehê bûn. Dadgeha Amed ê hîna jî didome.
Dezgeha Mafê Mirovan Kurdocide Watch-CHAK li ser pirsê rêzecivînên agehdarîyê organîze dike.
Civîna li bajarê Gävle
Civîna yekem, roja 11-11-2010 an, li Stadsbiblioteka bajarê Gävle yê saet 17.30 an pêk tê. Nûnerên CHAK ê û yê sosyal demokratên Swêdê bi hevre amade dikin. Kordinatorê CHAK ê Seyidxan Anter, nûnerên partiya sosyal demokratan Leyla Tarhan û Evin Çetin beşek ji beşdarên civînê ne.
Civîna li bajarê Uppsalayê
Civîna duwem, di 12-11-2010 li ABF a Uppsalayê saet 17.45 an pêk tê. Civîn ji aliyê KSAF-Uppsala (Komela Xwendevan û Akademisyenên Kurd) û CHAK ê tê organîzekirin. Beşek ji nûnerên Partiyên siyasî ku beşdarî dadgeha Amed ê bûbûn, hatine vexwendin. Ji CHAK ê Gabar Çiyan, ji partiya Keskan Emin Maskan û ji KSAF ê Evin Incir di nava kesên beşdar de ne.
Di civînê de dê qonaxa dadgeha Amedê dê helwêsta dadgêr û rewşa girtiyên siyasî bibe cihê niqaşê. Civîn ji raya giştî re vekirî ye. CHAK xwe amade dike ku civîna sêwem li Stockholmê pêk bihêne.
CHAK Dokumentasyon Center & EuroKurd News