Nivîsar

PKK ji bo çi dijî dewleta Kurdî ye

Her kurdek kêm zêde dîtina PKKê serokê PKKê Ocalan di derbarê ragihandina dewletek Kurdî de yan jî di serxwebûna Kurdistanê de dizane. Ew dewletek Kurdî naxwazin û dijê ragihandina dewletek Kurdî ne. Nikarin tu sedemek zanyarî jî ji bo vê yekê bidin diyar kirin. Behsa hinek gotinên destçêkirî û xeyalî dikin. Di rastiya xwe de tu zemînek zanyarî û ehtûbara wan gotinan jî tuneye.

Ji berî niha çend rojekî rojnama Almanî Die Welt li gel berpirsê KCKê Murat Kara yilan hevpeyvînek kir.

Rojname ji Karayilan dipirse: Gelo hûn dewleteke serbixweya Kurd dixwazin an na?

Karayilan bersiva Rojnamê dide: Aştî û demokrasî ji bo Kurdan serketine, lê belê ji bo dewleteke netewî nexêr. Eve li rojeva me de tûneye. Dewlet dê bibe çavkaniya tûndiyê û pirsgirêkên mirovan çareser nake. Em dixwazîn vê yekê biguherînin. Em Konfederalîzma Demokratîk dixwazîn. Ji hemû neteweyan û ji her olan mirov dikarin bi awayekî biratî pêkve bijîn…

Niha ev bersiva Karayilan ji bo aşitiyê, ji bo çareserkirina pirsa kurd yek tiştekî dertêxe holê. Tenê dibe asteng. Pirsa serxwebûna Kurdistanê gelek caran di rojeva siyasî de tê gotubêj kirin. Ez bawer dikim ku di dilê her kurdek welatparêz de her kurdek ko hij axa xwe û miletê xwe dike de xwewnek bê jî Kurdistanek serbixwe heye.

Kurd stranên xwe de, srudên xwe de,helbest û gotarên xwe de, wene û hûnêrên xwe de her demî behsa Kurdistanek serbixwe kirine. Gelek partiyên siyasî di bernameyên xwe de ji bo çareseriya pirsa Kurd cuda difikirin. Hinek serxwebûnê, hinek federasyonê û hinek mafên çandî yan jî mafên siyasî dixwazin. Ev hemî cihê rêzgirtinêne. Lê kesek ji wan aliyên siyasî tu caran ne li dijê ragihandina dewletek Kurdî ye. Li gora rewşa cîhanê, herêmê û li gora baweriyên xwe di rojame de dîtinên xwe ji bo çareseriya pirsa kurd rast dibînin. Lê eger rojek ji rojan mercên ragihandina dewletek Kurdî hebê dê hemî jî bi şanazî pêşwaziyê lê bikin.

Li vê derê ya girîng dijderketina ragihandina dewletek Kurdiye. Başe eger merc hebin, rewşa dewletekî Kurdî li siyaseta herêmê û cîhanêre bigunce kurd jî li beşek yê Kurdistanê dewleteke ragihînin ji bo çi zihneyeta PKKê li dijê vê derdikeve?  Ev  tenê xizmetê ji dewlet û aliyên naxwzazin tu cara Kurd bigihin armancekî dike.

“ Konfederalîzma Demokratîk“ çîye? Kî dikare vê îzah bike? Eger mirov xwe di bin hinek gotinên îdeolojik de veşêre ev dibe  astenga herî mezin ji armancên netewî yên miletê kurd re.Federasyon yan jî konfederasyon  jî mercên wê hene. Bila Kurdistan jî wek wan welatên ku li gel Federasyonê  yan jî konfederasyonekî pêk bîne ewilê dewleta xwe ragihîne, hingê pirs dibe tiştek din.

Gelo di cîhanê de tiştek bi awayê ku PKK dibêje heye? Hinek dikarin mînakî bidin nîşandan. Ev dîtina wan kesane ku yên her demî dixwazin pirsa kurd ji ber çavan winda bikin û tişta heyî jî yanî desteftiyên netewî beravêtî bikin.

Dijderketina ragihandina dewletek Kurdî di bingehê xwe de dijderketina daxwaziyên rewa yên gelê kurd bi xwe ye.

30.6.2013

Dara Bilek

Back to top button