PKK/HDP û dijminatiya başûrê Kurdistanê
PKK-HDP ji Kurdan û Barzaniyan çi dixwazî?
Bûbê Eser
“Di welatekî de rêxistineke terorê di 40 salan de neyê qedandinê, yên we bi rêve
dibin ji wê rêxistinê ye” Julius Caesar.
PKK û HDP bi hemî hêz û qawetên xwe, di hemî televizon û medyayên xwe de
dijminatiya Barzaniyan dike. Ji bona Barzanî bi ser nekevin çi ji wan hatiye texsîr
nekirine û dê tu caran jî nekin.
Çima PKK li dij Barzaniyan e???
Roja ku Barzaniyan dest bi tekoşîna azadiya gelê xwe kirine û heta roja avakirina
başûrê Kurdistanê dagirkerên me bi hemî hêzên xwe, bi hemî medya û propagandên
xwe li dij Barzaniyan rawestiyan e, ji bona ew bi sernekevin.
Dagirkerên me ev yeka baş fêm kiribûn û kirine ku çi dema Barzanî bi serketin dê
Kurdistaneke azad û serbixwe jî pêk bê. Loma li dij Barzaniyan rawestiyane û
radiwestin da ku Barzanî tu destkevtiyan bi dest nexin.
Ji ber ku her destketineke Barzaniyan hilweşandina dîwarê dagirkerî yê ye.
Dagirkerên me baş dizanin ku azadbûna perçeyek ji Kurdistanê, azadî û avakirina
perçên din e.
Dagirkerên me heta sala 1992an di her warî de û di her rê û olaxanda, ji bona Kurd bi
sernekevin tim li gel hev û bi yek helwestê li dijî Barzaniyan helwest digirtin û digirin.
Lê piştî azadiya başûrê Kurdistanê, êdî dagirkerên me jî xwest reng û helwestên xwe
biguherin. Ji bona Kurdistaneke azad û serbixwe neyê ragihandinê hin tevgerên ji
kurdan lê bi wan ve girêdayî ango yên xwe damezrandibûn da ku ew bikevin pêxîla
Barzaniyan ji bona dewleteke kurdî neyê damezrandinê.
Piştî azadiya başûrê kurdistanê û gav bi gav berbi serxwebûnê ve çûyina wan, pkk
gotin êdî dema damezrandina dewletên nû derbas bûye. Bi vê helwesta xwe jî û bi
hemî hêz û qawetên xwe li dijî başûrê Kurdistanê rawestiyan û radiwestin da ku wir
nebe dewleteke kurdî ya serbixwe.
Loma li ser her kurdekî/ê ferz e ku ew jî ji bona bibin dewlet û ala kurdî di nava ala
cîhanê de bê hildan divê piştgiriya Barzaniyan bikin da ku serok Mesud Barzanî jî
mizginiya damezrandina dewleta kurdî bide hemî Kurdên li cîhanê.
Pkk bi hemî hêza xwe weke li dij partiya AKP û Erdogan kar û xebatê dikin.
Çima?
Ji ber ku Erdogan û partiya wî ji destpêkê de xwest kêşeya kurdî li gor xwe çareser
bike. Yanî xwestin dibistanên kurdî vekin. Di hin unîwersîteyan de zimanê kurdî bidin
xwendinê. Televizyonek 24 saetan bi kurdî vekirin û hin tiştên din.
Yanî dixwestin li gor berjewendiyên xwe lê wê fêda kurdan gelekî têde heba, hin
gavên erênî bavêjin. Bi wê gavavêtinê dê kurdan hinekî rehetî bidîtana.
Loma di destpêkê de weke muxatab jî HDP dîtin. Xwestin vê kêşeyê li gel wan çareser bike lê
hdp nekir û nexwest bike. Ji ber ku fêda kurdan wê têde gelek ba.
Pkk li dij ala kurd û Kurdistanê ye. Ev al ji dema serîhildana Agiriiyê bigirin heta roja
îro weke ala Kurdan û Kurdistanê tê nasîn. Ji ber ku her miletek bi ala xwe hene loma
pkk.hdp li dij vê alê ne ku kurd weke netew neyên nasîn.
Loma li dij vê ala pîroz, çend paçikên bi reng pêşkêşî gelê kurdistanê kirine da ku gel
ala xwe nenasin û ji ber vê xwe weke netew nebîne. Ji ber ku baş tê zanîn ku her
miletek bi ala xwe têne nasîn.
Ev ala ku niha li ser çiyayên başûrê Kurdistanê tê hildan ala kurdan e. Dinya, dost û
dijminê kurdan jî vê baş dizanin. Lê pkk ji bona ev neyê qebûlkirinê çi ji wan tê wê
dikin.
Bi rastî mirov dikare gelek tiştan bêje û vebêje. Lê bi van mînakan bawerim wê hinekî
rewş zelal bû be. Ya jî wê hin li ser vê ji nûde bifikirin…
Çi dema kurd fikirîn û bi aqilê xwe tevgeriyan aha wê demê dê bikaribin xwe jî ji
dagirkeriyê azad bike. Heta kurd li gor dîtina çavan tevbigerin wê nikaribin xwe azad
bike. Ji xwe ev jî li gor dilê hinan e ku kurd li gor dîtina çavan tevbigerin…