PKK-ê bersiva çi da
Çelakiya çekdari ya îro ji aliyê PKK-ê ve pêkhatî û 8 leşkeran jiyana xwe ji dest dayî cardin pirsa dezgehên tarî anî rojevê. Gelek nirxandin û şiroveyên piralî li ser vê çelakiya ku di vê demê de bûyî têne kirin.
Gelek vê yekê bersiva PKK-ê wek daxuyaniya Leyla Zana dinirxînin. Eve çend rojek bû ku baweriyek peyda bibû ku, prosesek erênî destpê dike. Lê vê çelakiya çekdarî ya PKK-ê cardin ev bawerî şkinand.
Di hevpeyvînek ya xwe de serokê KCK-ê Murat Karayilan eşkere dike ku, bûyera Farqînê provakasyonek bû. Başe ev çiye?
Îro serokê BDP-ê Demirtaş di gruba partiya xwe de axivî û da xuyakirin ku, divê PKK ji dev çelekiyên çekdarî berdê. Demirtaş di axvtina xwe de daxwaza sekinandina şer kir û got vêca bila ev kuştin bisekinin.
Lê PKK heta çi radeyê guh dide Demirtaş mirov nizane.