Polîtîk

Li Tirkiyê girtîgeh dişewitin

3 Roja berê, li Girtîgeha Rihayê Tîpa E’yê de îsyan derket. Di qoxuşa ku girtîyên edlî lê diman, di navbera girtîyan de niqaş derdikeve û agir bi nivêna dikeve. Di encama şewatê de 13 girtîyan, bi awakî zindî şewitîn û jiyana xwe wenda kirin. Duh dîsa li Girtîgeha Rihayê îsyan hebû. Lİ qoxuşa zarokan şewat derket û jê yek giran, 14 zarok birîndar bûn. Di heman demê de, li Girtîgehên Dîlok û Edeneyê jî, duman bilind bûn. Di Girtîgeha Dîlokê de dîsa zarok birîndar bûn. 5 zarok rakirin nexweşxanê. 

Ji bo welatekî, pîvana demokrasiyê rewşa girtîgehan e û şert û mercên girtîyan e. Di rewşa tê jiyandin de, ne pêkan e ku navê heq û hiquqê an demokrasiyê derbas bibe. Li girtîgeha Rihayê, kapasîte 275 e. Bi zêdekirinê derxistine 375 a. Niha li Girtîgeha Rihayê hezar û 70 girtî û mehkûm radizên. Piştî bûyeran, him heyetek ji BDPê û him jî parlementerê CHPê Sezgîn Tanrikulu, li girtîgehê lêkolîn kirin. Li gorî agahdarkirina parlementeran rewşa Girtîgeha Rihayê wihaye: Ji ser 3 qatî kapasîtê girtî an mehkum têne girtin. Li qoxuşa pergala hawariyê tineye. Li qoxuşa ku şewitiye, şûna 6 kesa 18 kes bi cih kirine. Hin kes li dalan û li ber tuwaletan, li ser betaniyê radikevin. Li hin qoxuşa vantîlator dîsa tine. Li derve germahiya hewayê li Rihayê 40-45 pileye. Di nav şertên normal de, li Rihayê mirovek li hundir bê klîma nikare bisekine. 

Piştî bûyeran, xizmên girtîyan raviyane ber girtîgehê. Polîsan mudaxeleya gel kir û gaza îsota reşande ser gel. Tê xuyakirin ku, li gelemperî Tirkiyê şewatên girtîgehan wê zêde bibin. Çimkî li her girtîgehê gellek tengasî û bîhiquqî hene. Gellek girtîyan hîn hikum nexwariye. Bi salan e, bê darizandin mirov li hundir têne girtin. Li temamî Tirkiyê niha ji ser 130 hezarî re girtî û mehkum li girtîgehan de radikevin. 

Sala çûnê li Girtîgeha Pozantiyê zarokên Kurd yên ku ji ber kevir avêtina hêzen ewlehiyê hatine giritin, rasta destavêtina, tacîza hatin. Rakirin sewqa Girtîgeha Sîncana Enqerê kirin. Niha malbatên wan zarokan nikarin bes biçin serdana zarokên xwe. Raporên ku derbarê binpêkirina mafên girtîyan de, ji aliyên komeleyên mafê mirovan ve hatine amadekirin, nîşan dide ku li Tirkiyê rewşa girtîyan û girtîgehan gellekî xirab e.     

Back to top button