CivakPolîtîk

PKK dixwaze rewşa Şengalê têkbide

Çavkaniyeke leşkerî pilebilind li Şingalê ragihand ku, ji ber ku Hêzên Pêşmerge serkeftineke mezin xist ser serweriyên xwe yên din û Şingal azad kir, partiyeke jihevketî ser bi PKKê bi nave TEVDA, ku bi wan serkeftina nerehet e ji ber ku dizane êdî ew nikare cihê wê li Şingalê namîne heta bi berdewam be li ser lîska xwe bi çarenivîsa êzîdiyan, dest bi dizî, talankirin û şewitandina xaniyan kiriye, da ku pêkhateyên wê deverê şer bikin.Wî çavkaniya leşkerî ku ji Şingalê ji malpera KDP.info re axivî û ragihand: “Partiyek bi nave TEVDA ku Seîd Hesen Hebabî serokatiya wê dike û ser bi PKKê ve ye û wek dest û bale wan li deverê hatiye avakirin, piştî rizgarkirina Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge li wir dest bi dizî, talankirin û rûrûtiyê kirin. Mebesta wan rewşa niha ya Şingalê têk bidin û dûberekiyê derxînin û pêkhate rabin hev û şer bikin.”Wê çavkaniyê wiha got: “Rastiya kar û helwestên wê partiya ser bi PKKê ve bo fîtneyê ye di nava pêkhateyên olî û neteweyî, yan jî eger ez bi zelalîtir bêjim mebesta wan a sereke ew e ku êzîdî û misilman, kurd û ereb têkevin hemberî hev û şerê hev bikin, helbet bi vê pilanê dixwazin serkeftinên Pêşmerge li Şingalê eyibdar bikin û nhêlin xweşî vegere navçeyê.”Heman çavkaniyê wiha domand: “Sedemeke din sereke ji wan karan ew e ku ew kar li ser wê yekê dikin ku dixwazin xelkên resen venegerin Şingalê û wê deverê, ji ber ku ew di rewşeke xirab de ne û mana wan tenê di nava tevliheviyê de ye.”Hêzên Pêşmerge roja Pêşncşem û Înê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û bi piştevaniya navdewletî katîn Şingalê bi temamî rizgar bikin.

Back to top button