CîhanPolîtîk

Japonya berê xwe da Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê  Kurdistanê ,li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Fumiyo Îwa sefîrê nû yê Japonê yê li Îraqê û şandeya pê re kir.Di civînekê de, sefîrê Japonê, bi minasibeta azadkirina bajarê Şingalê ji bin destê terorîstên DAÎŞ, pîrozbahî li xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê kir û sersaxî jî li malbatên şehîdên wê operasiyonê kir. Wî got ku xelk û hikûmeta Japonê bi cavê qedir û hurmetê li xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê dinêre, ji ber ku di hermek pirî arîşe û alozî de ew karîne aramiya herêmê biparêzin û dupat kir ku, hikûmeta Japonê li ser pêşkeşkirina hevkarî û alîkariyan ji bo koçber û penaberan berdewam dibe.Sefîrê Japonê got ku piştî azadkirina Îraqê ji destê diktatoriyê, hikûmeta Japonê nêzîkî heft milyar dolar ji bo avadankirina Îraqê berdest kirine ku pişka herêma Kurdistanê jî tê de ye û ji pişka herêma Kurdistanê dê çend piroje weke; pirojeyê ava Helebce, avrêjên Hewlêrê, benava Dêrelokê ku di demek nêzîk de dê bike di ware cîbicîkirinê de çêke.Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkarî û alîkariyên xelk û hikûmeta Japonê pêşkeşî koçber û penaberên herêma Kurdistanê dike kir û destnîşankirina pişka herêma Kurdistanê ji wî pereyê Japonê bo Îraqê berdest kiriye bilind nirxand.Serokwezîr got ku ew giringiyeke taybet bi têkeliyên xwe yên bi Japonê re didin û herêma Kurdistanê dixwaze wan têkeliyên di hemû waran de xurtir û berfirehtir bike.Nêçîrvan Barzanî ji şandeya mêvan re behsa rewşa herêmî bi giştî û bereyên şerê dijî terorîstên DAÎŞ û rewşa siyasî û emniya Îraqê kir.

Back to top button