PKK dixwaze bi "Kantonan" Kurdistanê perçe perçe bike
Dinya elem dizane ku PKK dixwaze bi “Kantonan” Kurdistanê perçe perçe bike û mehkûmî bin destê dagirkeran bike. Li ser daxwaza Kantonan rêvebirên PKK bi xwe daxuyaniyan dan û qala avakirina Kantonan bo bajarên din ên başûrê Kurdistanê kirin. Niha çend daxuyanî hate dayîn li hember helwesta wan û ev şûnde gav avêtin. Ji ber helwesta li hember Kantonan dîtin, niha dibêjin armanceke me yê bi vê rengê tuneye.
Mijara girîng ev e; ger heta niha li hember helwestên PKKê ya bo perçekirina Kurdistanê helwesteke tund hebûna wê karibûna dijminantiya xwe ya li hember dewletbûn û destkeftiyên Kurdan bigihandana vê astê?
Ger di serî de helwesteke tund hebûna, me îro bi mijarên pûç û vala wek Kantonan serê xwe nediêşand. Ji ber vê yekê, berpirsyarê herî mezin ên kiryarên PKKê; aliyên ku dizanin lê bêdeng dimînin in.
***
Derbarê karê wê encumenê piştî rizgarkirina Şingalê, Rêveberê Encumena Êzîdiyên Şingalê Seîd Husên got: “Emê nûnerên xwe li hemû bajarokan deynin. Qayimqam û encumenên ku beriya niha li Şingalê hebûn, ji niha û pê de em wan nas nakin. Qayimqam û rêveberên din ên îdarî dê bi riya me û bi hilbijartinê bên danîn.”
Rêveberê Asayişê Qezaya Şingalê Qasim Simo dibêje: “% 70ê ji endamên Encumena Êzîdiyên Şingalê ji Rojavayê Kurdistanê hatine. Piraniya wan ne xwendewar in. Yên din jî bi tenê qonaxa seretayî ya xwendinê derbas kirine.”
Simo herwiha got: “Hinek ji endamên wan hatin ba me û daxwaza lêborînê kirin, çimkî ew dibêjin em bo xwarina nên çûbûn, lê wan em kirin endamên Encumena Êzîdiyên Şingalê.”
Roger Çager