Nivîsar

PKK dîsa rewşenbîrên Kurd tehdîd dike

 

Berî demekî Deniz Kaya bi navê girtî û destgîrkiriyên PKK-KCK daxûyaniyek belavkir û got: “Di serî de ew kesên xwe rojnamevan, rewşenbîr û nivîskar bi nav dikin, ku dijminê gelê me û qeşmerên kral in, divê gotina xwe baş bipîvin û paşê bipeyvin. Nexwe dê ew tehemula encama wê jî bikin”. Her wiha Kaya da zanîn dê çalakiyên xwe bidomînin û rewşenbîran ‘bi xayîn û hevkarê dijminan’ ve tometbar kir. 

Piştî vê daxuyaniyê tehdîd li hemû deveran destpêkirin û ji Amedê nivîskarê Kurd Ibrahim Guçlu û ji Kazakistanê Muhemmed Ehmed û çendîn kesayetiyên din rastî tehdîd û gefan hatin. 

Nivîskar Ibrahîm Guçlu li vî derbarî de ji bo rojnameyeke Tirkî daye zanîn ku ew jî hatiye tehdîd kirin û got: “Hemû guftugoyan bi rêya tehdîdan ditirsînin, dixwazin dengê wan qut bikin û bibrin. Ji bo vê yekê, min jî kirine armanca xwe”.

Her wiha Muhemed Ehmed Serokê Komeleya Dostayetiya Kurdistan û Kazakîstan ku baregeha wê li Almaataya Kazakîstane, ew jî heman awayî hatiye tehdîd kirin û Ehmed li ser facebooka xwe wê nameya tehdîdê belav kiriye. http://www.facebook.com/mohamad.ahmad.982/posts/2464734833240?comment_id=2051605&ref=notif¬if_t=like

Rewşenbîrên Kurdên Suriye jî çendîn car ji aliyê rêxistinên PKK ve bi rêya name û peyamên tehdîdê ve hatine tehdîd kirin.

Tê zanîn ku ev demeke bi navê HPG BOTAN SAHA KOMUTANLIGI ve çendîn siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd hatine tehdîd kirin. Berê jî bi navê PKK çendîn hunermendên Kurd wekî Şivan Perwer, û her wiha siyasetmedarê Kurd Kemal Burkay û çendîn kesayetiyên din jî hatibûn tehdîd kirin.

 

 

Back to top button