NivîsarRojev

PKK di kesayeta PDKê de şerê dewletbûna Kurda dike!

Gelek caran li ser derew û dezenfarmasyonên PKKê rexne têne kirin û derewên ku dikin têne eşkerekirin. Lê wek her cara PKK û mamustayên PKKê li ser xeta dijminatiya tevgera netewî û Kurdistanî berdewam e.

PKK eve, eger kurdek,siyasetmedarek, rewşenbîrek,nivîskarek heja rastiya PKKê tênegihabe, ew di jiyana xwe  hemûyê de rastiya heyî nabîne û bêhemdî bê jî dikeve di nava xeta dijminatiya destkeftiyên netewî û Kurdistanî de.

PKK çîye, çi dike, palanên kî li himber Kurda bi navê Kurdeyatiyê pêktîne zelal e. Lê ewên bi navê siyasetmedariyê, bi navê rewşenbîrîyê pişgiriya vê siyaseta qirêj dikin xetera herî mezinin ji bo tevgera azadixwaz a Kurdistanê.

PKK radibe rûdine şerê PDKê û destkeftiyên Kurdistanî dike.

Hinek Aliyên siyasî li başûrê Kurdistanê, taybetî YNK li himber şerê PKKê li dijê PDKê û Barzaniyan wek temeşevanekî disekine û di bin lêvên xwe de dikene. Gerek YNK baş têbigihê ku,PDK dema pêwîst dikare xwe li himber êrîşên PKKê biparêze û ji bo parastina destkeftiyên netewî li başûrê Kurdistanê gava pêwîst bavêje. 

Lê bila YNK baş bizanibe, sibehî ev dawet li ber deriyê wan e, mimkine gelek kes bêjin ku, herdu ali jî di bin bandora siyaset a Îranê de ne û ji bo vê PKK tu cara berê xwe nade YNKê. Lê bextê PKKê tuneye, ji ber ku biryar di destê mamustayê wan de ye.

Ji aliyek din ve hêdî tê zanin ku, YNK di navbera Tirkiye û PKKê de du alî dileyze. Lê ev leyiztik hêdî hêdî tê dawiyê. Hinge Reş û sipî ji hev cuda dibin û ava şêlo zelal dibe.

YNK wek PDKê ne xwedî tolerans e. Dema PKK li himber YNKê tevbigere, dê hingê trajediya siyasî derkeve holê. Dê hingê emê hemû bibînin ku, dê çewe mirûsê hevalbendên herdu aliyan tirş bibe.

Şerê PKKê li himber PDKê û Barzaniyan di eslê Xwe de , di kesayeta wan de şerê dewletbûna Kurdan e. Ev gerek bi vî awayî bê dîtin û li gora wê jî helwest bêne danîn. 

PKK û aligirên wê li kolanên Ewropa li dijê PDK û Barzaniyan di çerçoveya kampanyakî de,xwepêşandana dikin û PDKê bi xiyanetê itham dikin.  Ew kesên ku li bin wan pankaratên  “ PDK Xiyent e” de rêve diçin dijminatiya tevgera azadixwaz a Kurdistanê dikin. Ew kî bin,çi bin qet ne girînge. Ew dijminê destkeftiyên netewî û Kurdistanî ne.

Her alî yan jî kesayetên di vê derbarê de daxûyaniya didin û li ber mikrofonên kanalên televizyonên PKKê bi bê ehlaqî behsa PDKê û Barzaniya dikin,xiyanetê dikin û piraniya wan sîxûriya dezgehên tarî yên welatên dagirkerin. 

Li himber van êrîş û bê bextiya gerek PDK çi bike? Ev babetek gelek girîng û Taybet e. Lê PDK di wek gelek qonaxa, dê bikaribe van êrîşan jî berteraf bike û rêya xwe ya dewletbûnê de berdewam bike. 

20.4.2022

Nêrîn/Şirove

Back to top button