Nivîsar

PKK çima li vir e!

Aryan FerecPKK ev demeke dûr û dirêj e ku bi sedan gundên Herêma Kurdistanê dagîr kiriye û bûye asteng ku xelkê wan navçeyên sînorî vegerin ser mal û gund û jiyana xwe. PKK asteng bûye ku ew gund bên avedankirin, lewma jî xelkê wan gundan ji xêr û bêra erdê xwe mehrûm mane. Herwiha PKK teidayê li xelkê wan navçeyan dike û zarokên wan direvînin û bac û gumrikan ji wan distîne, lewma jî jiyana xelkê wan gundan reştir bûye.Pirs ew e, çima divê PKK wan gundên Başûrê Kurdistanê dagîr bike û Kurdan li wir biêşîne? Eger PKK xebata çekdarî dike û xwe wek xebatkar û rizgarker dibîne, çima naçe gundeke Bakurê Kurdistanê azad nake? Çima li şûna azadkirina Bakurê Kurdistanê hatiye Başûr û jiyana xelkê me tal kiriye û gund û malên welatiyên Herêma Kurdistanê dagîr kiriye?Nabe êdî xelkê Herêma Kurdistanê vê yekê ji PKKê qebûl bikin û herwiha nabe li nava Herêma Kurdistanê li ser PKKê muzayedeyên siyasî bên kirin û hatina artêşa Tirkiyê bo sînorên Herêma Kurdistanê em li dijî hev wek muzayede bikar bînin. Ji ber ku artêşa Tirkiyê ku hatiye nava axa Herêma Kurdistanê û dagîr kiriye, ji ber PKKê hatiye. PKK destê artêşa Tirkiyê kişandiye nava axa Başûrê Kurdistanê, wek çawa li Efrîna Rojavayê Kurdistanê ev yek kir.Baş e, çi gunehê xelkê Herêma Kurdistanê ye ku baca dagîrkariya hêzên PKK û Tirkiyê bidin? PKK qet rast nabêje û nêta wê li hember Herêma Kurdistanê qet baş nebûye. Eger rast dibêjin dê meydana şerê xwe ji vir birbana nava Tirkiyê û êdî jiyana xelkê Herêma Kurdistanê tal û reş nedikirin.Ev çendîn sal e ku hikûmeta Kurdistanê û xelkê navçeyê daxwaz dikin ku PKK ji gundê wan derkevin, lê guh nadin wan. Lê em dibînin li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê PKK piştî ku bi hezaran ciwanên Kurd kirin qurbanî, niha ji hin navçeyan vekişya ye, ew jî bi rêya sefqeyên siyasî û bi gotina xelkê din.PKK û ew aliyên siyasî yên li Başûr ku pişta PKKê digrin, û herwiha opozisyona Rojhilatê Kurdistanê jî pêwîst e rewşa Herêma Kurdistanê fêm bikin ku eger ew hêzên wan ji axa Herêma Kurdistanê êrîş bikin ser Tirkiye û Îranê dê wê çaxê hênceta wan herdû welatan hebe ku ew jî êrîşî axa Herêma Kurdistanê bikin. Pêwîst e em niha birasî û dûr ji lîstikên siyasî hizir bikin, gelo Herêma Kurdistanê dikare barê van hemû guvaş û nearamiyan helgire? Çima divê jiyana xelkê Herêma Kurdistanê bikeve bin gef û şer û dorpêçî û gagîrkeriyê?.Piştî bi dehan sal ji xebat û qurbanîdana Herêma Kurdistanê wek statyoyekê ji bo jiyan û xweşiya gelê Kurdistanê, herwiha meydanek e ji bo çalakiyên siyasî û medenî yê partiyên parçeyên din ên Kurdistanê, lê dema em dibînin hin alî şer tînin devê deriyê Başûrê Kurdistanê, wê demê bi rastî Herêma Kurdistanê dixin bin metirsiyeke cidî û hemû alî tê de ziyanan dibînin, lewma jî pêwîst e hemû alî berjewendiyên Herêma Kurdistanê û asayişa xelkê wê liber çav bigrin û biparêzin. 

Back to top button