Parlamenterê Êzdî yê Kurdistanê Şêx Şamo dibêje, ew eşîreta Erebî ya ku alîkariya DAIŞê kiriye di karesata Şingalê de, niha PKK bûye dost û hevpeymana wan.Şêx Şamo ji malpera KDP.info re ragihand: “Eşîreta bi navê Elmitîwtî ku piraniya xelkê wê alîkariya DAIŞê kirine, bûne hevpeyman ligel PKKê li Şingalê.”Wî nûnerê Kurdên Êzdî wiha got: “Bi awayekî giştî pêwendiyekî baş di navbera PKK û wê eşîrê de heye û pêwendiya wan jî vedigere wê dema ku PKK hat ser Çiyayê Şingalê û çekdarên wê û xelkê wê eşîrê hevdu dîtin.Şêx Şamo wiha domand: “PKK nahêle Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê vegerin cih û warên xwe lê ew hatine Şingalê û bûne dostê erebên ku li dijî Êzdiyan alîkariya DAIŞê kirine.”