Li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê pêşwaziya xanima Roberta Pinotti Wezîra Berevaniya Îtalya û şandekî li gel kir.Li hevdîtinê de Wezîra Berevaniya Îtalya pesnê azayetî û qehremaniya hêzên Pêşmerge kir li şerê terorîstên Da’îş û rêz û pêzanînên xwe ji bo qurbanîdana Pêşmerge hebû û eve jî xisterû ku welatê Îtalya şanaziyê bi wê yekê ve dike ku hevkar û yarmetîderê Pêşmerge bune. Ji bilî balkişandina li ser rola Îtalya li hevpeymaniya navdewletiya şerê Da’îş piştevaniya welatê xwe ya ji bo hêzên Pêşmerge dûpat kir. Li beşekî dinê axaftina xwe de Wezîra Berevaniya Îtalya armanca serdan û geşta xwe ya Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo Serok Barzanî şîrovekir.



