Ji serokatiya PDKê Eli Ewnî di bernameyek ya Rudawê de amade bû. Ewnî behsa rewşa Şengalê û bûyerên ku li Şengalê rûdidin kir.Li ser heyîna çekdarên PKKê li Şingalê û herweha kiryarên wan li devera Şingalê dîtina Elî Ewnî hate pirsîn.Ewnî di vê derbarê de got: Ji berî hertiştekî cihê xebata PKK ne li Başûrê Kurdistanê ye, cihê xebata wan li Bakurê Kurdistanê ye.Berdewamiya axavtina xwe de: PKK bila biçe gundê Abdullah Ocalan rizgar bike, ne Şengalê, Şengal ne cihê wan e, cihê wa li bakurê Kurdistanê ye.Ewnî da xuyakirin ku; Bila PKK bihêle xelkê Şengalê vegere cih û warê xwe û bajarê xwe ava bikin.Dawiya axavtina xwe de Ewnî got:, PKK bila bakurê Kurdistanê rizgar bike, ne weke Gever û Sûra wêran bike.
Pêş
04/06/2026
Mesrûr Barzanî: Em dixwazin pêwendiyên xwe bi Iraqê re baştir bikin
04/06/2026
“Çekê Pêşmergeyan dîrok, fedakarî û rûmet e”
Balkêş e ?
Close


