CîhanCivak

Hukumeta Kurdistanê dest danî ser dibistanên Gulen

Hikûmeta  Kurdistanê ragihand ku dê dibistanên Cemaeta Gulen yên li Kurdistana Başûr, radestî Wezareta Perwerdeyê bikin. Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî, duh li ser qedera dibistan û navendên xwendinê yên girêdayî Cemaeta Gulen yên li Başûr, ji rojnamevanan re axivî û got, ya baş ew e ku Wezareta Perwerdeyê dest deyne ser van dibistanan. Dê ev dibistan berdewam bin lê dê bi temamî Wezareta Perwerdeyê ve bên girêdan, bila êdî ji wan destan derkevin. Li van dibistanan dê pergaleke din çêbe, mirovên din dê bikevinê û birêvebiriyeke din hebe.” Dizeyî destnîşan kir ku di encama têkiliyên xwe yên baş ên bi Tirkiyê re pêngaveke wiha davêjin û got ku “têkiliyên me yên bi Tirkiyê re baş in û em giringiyê didin van têkiliyan. Ji ber wê dê ev pêngav bên avêtin.” Sefîn Dizeyî diyar kir di rojevê de ye ku dibistanên Cemaeta Gulen, ku bi tevahî 13 hezar xwendekarên wan hene, radestî sektora taybet a girêdayî Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê jî bên kirin. Berdevkê hikûmetê her wiha da zanîn ku Wezareta Perwerdeyê hevdîtinên xwe yên bi nûnerên sektora taybet ên dixwazin ku van dibistanan bistînin re berdewam dikin. Dizeyî anî ziman ku dê li gor qanûnên perwedeya Herêma Kurdistanê, mijara rêvebiriya dibistanan û naveroka dersên wan bên sererastkirin. Dizeyî da xuyakirin ku ji bo ku derbarê dibistanan de pêngavekî bavêjin pêwîstî bi daxwazeke fermî ya Tirkiyê tine û wiha axivî: “Ji ber ku têkiliyên me bi Tirkiyê re baş in, em vê hesasiyetê her dem nîşan didin. Ev tenê nayê wê wateyê ku ji Tirkiyê daxwazeke wiha heye. Me şert û bûyerên niha piştî 15ê Temûzê ji gelekî nêz ve şopandin. Bêîstiqrariya Tirkiyê dê tesîrê li hemû herêmê bike. Ji ber wê jî em bûyerên di vê heyama dawîn de ji nêz ve dişopînin û vê hesasiyetê fehm dikin.” 

Back to top button