CivakRojev

PKK bi navê min û zimanê min derewan dike

Serokê Fraksiyona Azadî li Parlamentoya Kurdistanê çapemeniya PKKê derewand û red dike ku ew gotin kiribin ku di çapemeniya PKKê de hatine belav kirin.

Serokê Fraksiyona Azadî li Parlamentoya Kurdistanê Mihêdîn Hesen ji BasNewsê re ragehand, çapemeniya PKKê nûçeyekî derew bi zimanê min ango wekî ku min gotibe belav kiriye û xwedê girawî min gotiye di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyê de rêkeftineke bin ve bin ve ango veşartî heye.

Herwaha diyar kir: ‘’Ew gotin derew in û bi navê min hatine belav kiri. Min bi ti awayekî gotinên wisa nekirine. Ji ber min gotime pêwîste rêz li serweriya axa Kurdistanê bê girtin, herêma Kurdistanê hêviya navçeyê ye û nabe hêzek li derveyî herêma Kurdistanê ve xwe bisepîne.’’

Herwaha gefa wê yekê xwar ku eger çapemeniya PKKê wê nûçeyê raneke, dê li dijî wan dozê veke û wan bide dadgehê.

Cîhê behs û gotinê ye ku li gor wê tomara vîdyoyî ya hatiye belav kirin, aşkera dibe ku çapemeniya PKKê guhertin di gotinên serokê fraksiyona Azadî de pêkanîne.

Back to top button