Nivîsar

Pîvana Kurda di hilbijartinan de divê çibe

Pirsgirêka Kurda ne çûyina AKPê û hatina CHPê ye. Yan jî ne windakirina vê desthilatê û hatina desthilatek dine. Pirsa Kurda gerek ew bê ku, kî ji bo Kurda xwedî projekî ye ku Kurd bikaribin nefesek azad bigrin û warek demokratik de doza mafên xwe yên netewî bikin.

Dara Bilek

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê hilbijartinên parlementoya Tirkiye û serokkomariya Tirkiye di rojevê de  ne û bi awayekî ji niha ve partiyên siyasî dest paropagandeya xwe kirine.

Bê guman dema mirov mijarekî gotubêj bike û herweha dîtinên xwe bide kifşkirin ya herî girîng ewe ku, gelo mirov bi çi kulekê re li mijarê dinirê. Ji bo gelek insane rewşa aborî pîvane, ji bo hineka rewşa siyasî û pirsgirêkên civakî pîvane û ji bo hinekan jî girêdanên siyasî pîvane. Li vê derê pirs ewe ku em wek kurd gerek çi bikin pîvan û van hilbijartina binirxînin û bibin xwedî helwestekî. Wek Kurd hêviya me ji van hilbijartina çîye?

Heta wek vê gave hat dîtin ku, kesên li ser navê Kurda û bi dengên Kurda çûyîn Parlementoya Tirkiye ji bo mafê netewî yê Kurda tu gavek neavêtine. Bê guman ev nayê wê wateyê ku, sibehî kesek ji bo mafê Kurda nebe xwedî helwest. Lê bi vê zihniyeta îro heyî û bi van partiyên siyasî yên di qada siyasîde, tu cara di bin bane Parlemetoya Tirkiye de ji bo çareseriya pirsa Kurd ne mimkine gavek erênî bê avêtin.

HDP di nav de aliyên ku muxalefeta dasthilatdariya niha dikin, tenê çûyina AKPê û Erdogan ji xwere kirine armanc û ji bo vê armancê têne bahev û tifaqa çêdikin. Başe AKP û Erdogan winda kirin û çûn, hunê çi bikin, gelo di pirsa Kurd de projeyên we çine.  Rastiya ku heyî di rewşa îro de tu projeyên tu aliyên siyasî ji bo destkevtiyên Kurda tuneye. Eger hebe bila hinek bi xira xwe bejin ka çiye û eşkere bikin.

Em wek Kurd gerek bi kuleka Kurdistanî re li van hilbijartina binêrin ,binirxînin û bibin xwedî helwest. Divê em dîtin û gotinên partiyên heyîn di derbarê pirsa Kurd de li bêjingê bikin, li muxilê bikin û ji bo helwesta xwe bikin pîvan û li gora wê jî tevbigerin.

Wek din hemû xapandine û leyiztikên siyasîyene ku li ser vî miletî têne kirin.

Heta wek vê gave ji bo hilbijartina tu tifaqek a aliyên siyasî Kurdistanî tuneye. Lê helwesta hinek partiyan heye. HDPê li gora xwe bi nave “Tifaqa Kurdistanî“ tifaqek pêkaniye ku, tu pêwendiya wê Kurdistanê re tuneye û daxwazên wan ji bo Kurdistanê û destxitina mafên netewî tuneye. Tenê bi nav Kurdistan bi karanine. Ji xwe HDPê tifaka ya bingehîn li gel aliyên çepên Tirk ya bi nave `Tifaqa Ked û Azadiyê` ava kirine û ev yek ji bo wan esas e,ji ber ku endamên gelek ji van partiyên çep din ava HDPê de bûne parlementer jî.

Ji aliyek din ve berpirsên HDPê dibêjin ku,wan li gel aliyên Kurd pêwendî danine û dê Tifaka heyî berfireh bikin. Di rastiya xwe de,gerek hêdî bi zelalî navek li van tifaqa bê kirin. Eger ev tifaq li ser destxistina çend parlementeran bê kirin û ev bibe bazara  hevdîtina ,dê gelek xirabiyek mezin li vî miletî bê kirin.

Pirsgirêka Kurda ne çûyina AKPê û hatina CHPê ye. Yan jî ne windakirina vê desthilatê û hatina desthilatek dine. Pirsa Kurda gerek ew bê ku, kî ji bo Kurda xwedî projekî ye ku Kurd bikaribin nefesek azad bigrin û warek demokratik de doza mafên xwe yên netewî bikin.

Back to top button