PolîtîkRojev

Dema pêwîst bike dê Serok Barzanî û Bafel Talebanî bicivin

Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre ragihand ku her dema pêwîst bike dê Serok Barzanî û Bafel Talebanî bicivin. Pîre dibûje Tîmên YNK û PDKê ji bo rojeva avakirina hukumeta Iraqê bernameyaka daxwazên başdaxwazên baş di bernameya ku dê bikeve rojeva hikûmeta dahatî ya Iraqê de destnîşan kirine.

Pîra ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re gotiye, YNK û PDK du hêzên serekî yên Kurdistanê ne û di hikûmeta Herêma Kurdistanê û parlamentoya Iraqê de. Li Kurdistanê di hemû warên parastina gelê Kurd û birêxistinkirina rewşa aborî, ewlekarî, çandî û civakî de berpirsin”

“Dibe ku piştî hilbijartinên pêşwext di hinek waran de nêrînên me yên cuda hebin, lê li ser mijarên girêdayî Kurdistanê bi taybetî di gotûbêja niştimanî de, her du tîman bi hev re kar ji bo bidestxistina tiştên pêwîst di rojeva hikûmeta bê ya Iraqê de kirin.” Ewê wan wekalet bikin, ji wan pirsgirêkên aborî yên Kurdistanê, cîbicîkirina maddeya 140, yasaya petrol û gazê û rewşa ewlehiyê ji Xaneqînê heta Şingalê, ku bûne şaneyên razayî yên terorê.

Herwiha got: “Li ser hinek mijaran li hev nekirine, lê danûstandin berdewam in û em razî bin yan nebin, her du alî berpirs in li ser nûnertiya gelê Kurd li Bexda û derveyî Iraqê.”

Herweha Pîre got: “YNK û PDK li ser postê serokatiyê lihev nekirine, lê gotûbêj berdewam in, her dema pêwîst bike dê Serok Barzanî û Serokê YNKê Bafel Talebanî bicivin û ti astengî li pêşiya civînan tine.”

Back to top button