Civak

Erdogan serdana Diyarbekirê dike

Serokê Parêzgeha Diyarbekirê yê AK Partiyê M. Şerîf Aydin diyar kir ku Erdogan dê beşdarî “Mihrîcana Rêya Çanda Sûrê” ya ku dê di 8-16ê Cotmehê de bê lidarxistin bibe.

Serokê Parêzgeha Diyarbekirê Muhammet Şerîf Aydin li Enqere beşdarî di civîna serokên parêzgeha yên AKPê de kir. Daxûyakirin ku, wî li gel Erdogan hevdîtinek kiriye û ew vexwendiye festîvala ku dê li Diyarbekirê were lidarxistin.

Hat diyarkirin ku li ser vexwendina Aydin, Erdogan jî daxûyakirin ku ew ê beşdarî festîvalê bibe.

Aydin wiha got: “ Di civîna serokên parêzgeha yên AKPê de, min Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan vexwend Diyarbekirê. Serokê me got ku ew ê beşdarî vê vexwendinê bibin. Em gelek kêfxweş in ku , wî vexwandina me qebûl kir.”

Ji aliyê Wezareta Çand û Tûrîzmê ve di navbera 8-16’ê Cotmehê de li navçeya Sûrê ya Amedê ‘Mihrîcana Rêya Çanda Sûrê’ tê lidarxistin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button