Pîvan, Kurdbûn û Kurdistanîbûne, pîvan girtina berjewendiyên netewî li ser hemû cureyên îdeolojîya ye…


Dara Bilek


Gelek cara di pirsgirêka Kurd de, li bakurê Kurdistanê em behsa heman tiştê dikin, piraniya cara hinek mijarên girîng dubare têne rojeve. Ev yek jî ji rastiya civata Kurd û perspektifên siyasî yên Tevgera Azadixwaz a Kurdistana Bakur tê pêş. Ji bo vê yekê jî dubarekirna hinek pirsên bingehîn tu cara ne zerer e heta pêwistiyeke. Eger ev pêwistî ji holê rabe û valahiya heyî tejî bibe, hingê mirov behsa tiştên din dike û li gora wê jî siyasetekî ku di berjewendiyên neteweyî de diafrîne. Wek din tişta ku tê kirin pêşnakeve û dibe siyasetek ku rojane miroiv xwe pê mijûl dike. Bê guman ev yek ne rexneyeke ji bo hinek aliyên siyasî yan jî partiyan. Mixabin ev birîneka Tevgera Azadixwaz a bakurê Kurdistanê ye û pêwiste mirov dest deyne li ser vê birînê.

Piraniya cara dema behsa xetek neteweyî tê kirin yan jî helwestên partiyên siyasî tê gotubêj kirin, siyaseta PKKê tê rojevê û vê yekê ve girêdayî HDP û derdora van aliyan tê rexnekirin. Ev dibe sedem ku, bi zanebûn yan jî ne zanebûn mirov di çerçoveyek ku hatî dîzaynkirin de nirxandin û şiroveya dike.
Ji berî her tiştekî gelek xelete ku mirov wek partiyek Kurd û Kurdistanî rexne li HDPê digre. Ne hevceye ku kesek hinek sifatan bide siyaseta HDPê . HDP bi xwe gelek zelal û vekirî dide nasnandin. HDP dibêje ku ew partiyeka Tirkiyeyî ye û ne Kurdistaniye. Ji bo çi li himber vê zelalbûna HDPê em bi zorê barekî Kurdistanî li HDPê dikin? Ev belkî ne xeletiya HDPê ,lê ya me bi xwe ye ku, em HDPÊ wek partiyek Kurdî rexne dikin.

Niha Dewleta Tirk di derbarê pirsa Kurd de xwediyê bîr û baweriyekiye. Cumhuriyeta Tirka ya ku M.KemaL û hevalên wî damezirandîn, hîmê xwe li ser bingehê inkar û imhakirina Kurda daniye û vê yekê li gel xwe “îdelojiyek fermî ya dewletê” afirandiye. Heta wek vê gavê jî gelek partiyên Tirkan dema behsa pirsgirêka Kurda dikin vê “Îdeolojiya Fermî” wek referans dibînin û fikra xwe dibêjin. Bila tu cara neyê ji bîrkirin ku hemû qetliam û komkujiyên hovana li himber Kurda hatîn kirin di bin siha vê “Îdeolojiyê” de hatine kirin.

Tirkan ji bo rê bi temamî li pisa Kurd bigrin Qanûna xwe ya bingehîn de jî ev nivîsîne. Heta niha jî dema behsa destûrek nû tê kirin , gelek partî û aliyên siyasîyên tirka, dibêjin nabe behsa guhertina 4 xalên destûra bingehîn bête kirin. Ji xwe herkes dizane ku, eger ew 4 xal neyên guhertin ti destûr nikare bi tu awayî mafê Kurda yê rewa li bakurê Kurdistanê bêxe di bin deman destûrî de.

Ev yek dide nîşandan ku dema tirk behsa pirsgirêka Kurda dike xwediyê pîvanekine û ew jî “Îdeolojiya Fermî”ye. Başe wek Kurd dema em behsa pirsa xwe dikin pîvanên me hene yan tune ne.? Eger hebê pîvana me çiye?

Heta li bakurê Kurdistanê pîvanek ji bo Kurdistanîbûna partiyan nebe gelek cara mirov tujî xeletiya dibe. Gelo em wek Kurd hevceyê pîvanekîne yan na?

Bawerim gerek aliyên Kurd yên ku tabetî xwe Kurdistanî dibînin û bi vî awayî didin nasandin, divê xwediyê pîvanekî bin. Pîvan, Kurdbûn û Kurdistanîbûne, pîvan girtina berjewendiyên netewî li ser hemû cureyên îdeolojîya ye. Pîvan parastina destkeftiyên Kurdistanî li hemû beşên Kurdistanê ye. Pîvan daxwz a bilindkirina Ala Kurdistanê ye. Pîvan parastina dewletbûna Kurda ye.

Eger em wek Kurdên bakur, vê yekê nebînin û di siyasetê de ne xwedî pîvanbin, emê her tim bibin dîlê hinek îdelojiyan û berê miletê û enerjiya miletê xwe ji bo serkeftina hinek aliyan bi karbînin ku ew bi xwe inkara heyina me dikin. Ev yek rihê koletiyê di nav Kurdan de belav dike û dihêlê Kurd doza mafên xwe yên rewa paşguh bikin.

Dema mirov li bakurê Kurdistanê behsa aloziya hestên netewî dike, hinek alî xwe acij dikin û behsa xebat û pêşketina pirsa Kurd dikin. Belkî hinek tişt ji bo hinek partîyan pêşketibin, lê ji bo Kurda berevajî paşketinek pêkhatiye. Ji berî her tiştekî nirxên civata kurd ji holê hatine rakirin û tahrîbatên mezin di civata Kurd de çêbûne. Kurda axavtina zimanê xwe ji bîr kiriye. Bi awayek din û bi zelalî Kurd ji Kurdbînê dûr ketine.

Veca tişta ku îro Kurd hevcene, hêzkirina hestên netewî ne, divê hêdî bi nostaljiya siyaset neyê kirin û siyaseta Kurdewarî li ser xetek netewî bê afirandin û rêyek nû û taze bidin pêşiya xwe ku bikaribin cardin nirxên civakî di nava civakê de bidin jiyandin û tahrîbatên hatîn çêkirin ji holê rakin û ji bo armanca pîroz a dewletbûna Kurda bitekoşin.


4.9.2023

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: