Kultur

Pitûkek Nû: Eqîdeya Kurdî

Ev pirtûka bi navê SEBÎLUSSELAMê, di 1967an de ji aliyê bavê min Mele Ebdulah Bîşêrî (1933-2001) ve hatiye nvîsadin.

54 sal piştre ez bi vê pirtûka bavê xwe hesiyam ku wî ev nivîsiye.

Roja 31ê Adara 2021ê jî min dest bi veguhaztina tîpên pirtûkê kir.

Di vê pirtûka 66 rûpelî de, 22 beş û 664 malik hene û bi 11 kiteyan dikişin.

Xuya ye ku ev Egîdeya Kurdî di nava yên kurmancî de ya herî zêde dirêj e.

Bavê min bi xwe navê pirtûkê SEBÎLUSSELAM (Rêgeha Aramiyê) daniye û li cihekî din jî wek ”Eqîdeya Kurdî” bi nav kiriye. Min herdu nav jî li ser bergê wê nivîsiye.

Sedemê nivîsandina pirtûkê jî weha daye xuyakirin:

Bi fedla Xuda bû di qelbim niyet

Bi kurdî nezim kim eqîdê b´diqet.

Piştre weha domandiye:

Me navê ji erebîye nezma kîtab

Îla ku muheyer di nezm û sewab.

Ji bo kesên kurmancîzan jî weha gotiye:

Ku pê muntefi´ bin birayê nezan

Bi nezmek fesîh ê bi kurdî ziman

Weha jî gotiye:

Nezim kir bi luxetê kurmancî ye

Li ser wê eqîda sefa nacî ye

………

Bi insafê KURMANCÎ xayet sehîh

Me anî bi nezmek selîs ê melîh

……..

Eger ku me banya kelamek ´emîq

Mehrûm jê bibûna ´ewamê sidîq.

Roja yekşemê (23/05/2021) di derengiya şevê de min hemû rûpelên destnivîsa pirtûkê daxistin qalibê mîzanpajê û hinart çapxaneyê. Îro jî ji çapê hat û geha destên min.

Bi hêviya ku ev pirtûk sûd bigehîne Çanda Kurdî…

Zeynelabidîn Zinar

12/ 07/ 2021

Back to top button