Nivîsar

Piştî vekişandina leşkerên Amerîkayê hevsengîya hêzên derdorê

Piştî vekişandina leşkerên Amerîkayê ji Iraqê, hevsengîya hêzên derdorê

Piștî ku DYA yê, desthilatdarîya Saddamî hilweșand û sîstema demokrasîyê li Iraqê pêk anî û kir dewletek federalî û makzagonek ji bo Iraqa federalî durust kir, desthilatdarîya Barack Obama, wek ku soz dabû, soza xwe bicih anî û leșkerên Amerîkayê ji Iraqa federalî vekișandin. Lê hejmarek ekspertên xwe li Iraqê hiștin. Bi vekișandina hêzên Amerîkayê re, kîn û boxa ku di nava erebên sinnî û şîyî de kom bibû wek volkanekî ku ji qada maxmayê ber bi jor de hilkişê û di serê kaşê volkanê re der bibê û derdora xwe bişewitînê. 

Piroblem, ne tenê di nava sinnîyan û șîyan deye. Di nava Hewlêrê û Bexdayê jî deye. Piroblem di nava hêzên kurdan jî de heye û hêjê kêșe safî nebû ye. Lê piroblem ji piroblem mezintir heye. Piroblemê nava kurdan ne wek, ê nava sinnîyan û șîyan e. Lê divê kurd serbilind bin ku serokekî wek, birêz û pakê hêja Mesûd Barzanî heye. Ev, serokayetî divê ji alîyê hemû kurdan ve bê parastin û piștgirî lê bê kirin. Ji bo kurdan bi taybetî û ji bo Iraqê bi gelemperî hevsengek e, balanseke e ku nayê kirîn û nayê peyda kirin.

Ev, hêzên derdorê kîjanin? Di hundurê Iraqa federalî de, hêza Baxdayê, hêza Hewlêrê. Ji derveyî Iraqê, hêza Tahranê, hêza Ankarayê û heta dereceyekê jî hêza Şamê. Bêtirî hêza Baxdayê di destên șîyan deye. Ev hêz jî, di bin destên hêza Tahranê deye. Sinnî jî hêzeke ku têkilîyên wan bêtir bi Ankara re henin. Piștî vekișandina leșkerên Amerîkayê, piroblemên di nava van hêzan de wê mezintir bibê. Gumana șer û pevçûnên ku zerarek mezin bigihînê xelkên deverê jî heye. Hêza Hewlêrê û bi taybetî serokayetîya Kurdistanê, bûye balansek di nava van hemû hêzan de. Digel vê jî divê hemû hêzên kurdan bi hevre vê balansê biparêzên. 

Iran, naxwazê destên xwe, ji nava Iraqê derxê. Tirkîyê jî naxwazê. Nedûr e berjewendîya van herdû welatan li bin guhê hev kevê û herdû jî sinnî û șîyan li dij hev bikar bînin. Şer û pevçûna di nava, van herdû mezheban de wê kurdan jî nerihhet bikê. Kurd, di deverê de netewyekî ku tahdeya herî mezin lê hatîye û hê lê tê û hêjî negahe hemû mafên xwe ên rewa. Xelkekî bê guneh û mafdar e. Hemû hêz, kes û kûsên kurdan divê hayên wan ji xefk, dek û dolabên hundurê Iraqê û ên dewletên derdora Iraqê hebin. Kurdên dîndar, ên ne dîndar ger ku hebin, kurdên êzîdî, suryanî, kildanî, destên xwe bidin hev û balansa ku îro hêza Hewlêrê pêk anîye bi yek dengî biparêzên. Wek bira, li gelhev bijîn. Hevparên (șîrket) ku li Kurdistanê bicih bûnin biparêzin. 

Li Kurdistana federalî bi sedan hevpar henin. Parastina van hevparan çengek û milek ji balansa hêza Hewlêrê ye. Balansa hêza Hewlêrê: Sîyasetek bi îstîkrar, ekonomîyek bi îstîkrar, organîzekirina civatê di her warê pozîtîv de divê bê kirin, tehamûlkirina hev, rêzpakîya dîtin û bahwerîyên cuda û berfirehîya demokrasîyê û berpirsîyarîya wê divê bi kanala semîner û perwerdeyê ji xelkê re bê pêșkêș kirin.

Felemez Akad 2001 12 26 Swêdê

Back to top button