Nivîsar

Gelo li Iraq û Kurdistanê çi dibe; dê çi bibe?

Gelo li Iraq û Kurdistanê çi dibe; dê çi bibe?

 

Îbrahîm GUÇLU

([email protected])

 

Piştî ku Şerê Sar xelas bû (1989) û duwarê Berlînê hat hilweşandin; pêvajoya demokratîzebûna dinyayê; rûxandina rejîmên otorîter, totalîter, faşîst, komûnîst dest pê kir. Mirov dikare bibêje ku ev pêvajoya, dişibê pêvajoya piştî Şerê Cîhanê ya 2-emîn. 

Wek tê zanîn Şerê Cîhanê ya 2-emîn bû sedem ku rejîmên faşîst li Ewrupayê bê nrûxandin û li Ewrupayê demokrasi ava bibe; sucdarên faşîzmê, qetlîama Yahudiyan û Qereçiyan bên darizandin û ceze kirin. Piştî ku li Ewrupayê rejîmên faşîst têk çûn û demokrasî ava bû: Vê pêvajoyê bandora xwe li hemû dinyayê nîşan da. Li Tirkiyeyê  jî di wê pêvajoyê de sîstema partiyên siyasî yên plûral dest pê kir.

Piştî Şerê Sar, Sîstema Sosyalîst hat hilweşandin, Yekîtiya Sovyetê û Dewletên Rojhelata Ewrupayên yên sosyalîst mecbûr bûn ku rejîmên xwe yên otorîter û totalîter biguherînin û rejimên demokratîk ava bikin. Yekîtiya Sovyetê parçe bû û miletên li Yekîtiya Sovyetê wek komarên federal dijîn: Bûn 16 dewletên serbixwe. Yugoslavya ji rejîma otorîter xelas bû û parçe bû; li Yugoslavyayê pêvajoya demokratîzebûnê dest pê kir û 6 dewletên milî yên nû ava bûn.

Li Rojhelata Navîn, rejîmên otorîter, monarşîk, totalîter, teokratîk her çiqas ji vê guhertinê tirsiyan jî, li Rojhelata Navîn guhertin pêk nehatin, rejîmên heyî bi tevayî jiyana xwe domandin. Mijara balkêş ew bû ku li Rojhelata Navîn rejîma baasî ya dîktator li Iraqê û li Suriyeyê bi Yekîtiya Sovyetê re raste rast girêdayî bûn jî, li ser piya man; li ser gelên ereb, kurd û kêm neteweyên din zulma xwe hîn zêdetir sîstematîze kirin.

Li Rojhelata Navîn dema ku Iraqê Kuweyt îşgal kir, li Rojhelata Navîn kevir ji ciyê xwe lêhîstin. Emerîkayê û hevalbendên wê, dinyaya ereb li hemberî dagirkeriya Iraqê siyaseta xwe kir yek û enişyek pêk anîn. Her çiqas xwestin ku Sedam û Iraq ji Kuweytê derkeve jî, Iraqê ew pê neanî. Li Yekîtiya Neteweyî biryar hat girtin ku bi reya leşkerî Iraq ji Kuweytê bê derxistin. 

Dema ku Iraq ji Kuweytê hat derxistin, di hûndir de jî rewş dê çi bibe, rejîma baasî ya faşîst û dagirker dê çawa bê guhertin ew wek pirsek gelek girîng hat rojevê. Di encamê de mijara yekem ew bû ku Iraq ji Kuweytê bê derxistin. 

Wusa jî bû. Piştî Şerê Kendavê ya 1-emîn, Iraq ji Kuweytê hat derxistin. Li Iraqê ji bona ku muxalefeta ereb ya li dijî baasê û muxalefeta şîî bi Iranê re girêdayîbûn, guhertina rejîmê nehat fikirandin.

Lê piştî trajediyek mezin, li Iraqê desthilatdarî parçe bû û beşekî Kurdistanê ji Iraqê hat veqetandin û ew beşa Kurdistanê bû herêmek azad. Kurd li wê herêmê bûn desthilatdar. Di heman dem de li Iraqê hêza Emerıkayê û hevalbendên wê li Iraqê bi cîh bûn. Ew hêza bi “Hêza Çêkûç” hatibû bi nav kirin.

 

                                                                *****

 

Li Kurdistanê di sala 1992-an de biryar hat girtin ku Iraq bibe federal. Kurdan, xwe gor rejîm û dewleta federal jinûve organîze kirin. Li Kurdistanê di sala 1992-an de encama hilbijartinek giştî Parlamentoya Kurdistanê û hikûmeta hevbeş ya PDK û YNKê ava bû. 

Li Kurdistanê pêvajoya demokrasiyê dest pê kir û pêş ket. Ew demokrasiya li Kurdistanê ji bona sîstema federal ya Iraqê jî bû bingeh.

Ev rewşa Kurdistanê li Iraqê rastiyek din derxist holê: Li aliyekî demokrasî ava dibe û li aliyekî jî dîktatoriya baaasê dom dike. Ev rastiya Iraqê heta dawî nedikarî dom bike. Iraq ya dê bibûya du dewlet û parçe bibûya. An jî guhertin li Iraqê pêk bihata, dewlet bi awayekî demokrasî û federal jinûve ava bibûya.

Di encamê de li Iraqê alternatîfa duyem pêk hat. 

Di 2003-an de Emerîkayê û hevalbendên wê biryar dan ku rejîma baasê ji holê rakin. Encama mûdaxaleyek leşkerî li Iraqê rejîma baasî û seddamî hat rûxandin. Ji bona ku desthilatdariyek plûral, ya şiîyan û sûniyan, ereb û kurdan û hemû kêmneteweyan ava bibe; pêvajoyekê dest pê kir. 

Lê ji bona pirsa desthilatdarî bi tevayî çareser bibe, diviya bû ku di derbarê qerekter û şiklê dewletê de biryar bihita girtin.

Di vê merheleyê de sê alternatîf hatin holê. Alternatîfa yekem: Dewletek unîter û nîv-merkeziya ademî ava bibe. Dîsa ereb xwediyê dewletê bin, kurd jî bi awayekî nîv-xweser bin. Alternatîfa duyem: Dewleta Iraqê, bibe dewletek eyaletî. Li Iraqê 15 an jî 18 eyalet ava bibin.  Di vê sîstemê de miletê kurd dê parçe bibe û di navenda dewletê û desthilatdariyê de dîsa ereb bibin hakim û hêza serek e. Alternatîfa sêyem: Dewleta Iraqê bibe federal. Ji bona Iraqê û pûralbûna neteweyî ya Iraqê rastirîn û realîstirin dewlet, dewleta federal bû. Piraniya kurdan jî avabûna deweletk federal daxwaz dikirin. 

Li ser van sê alternatîfan û bi taybetî li ser alternatîfa duyem û sêyem gelek niqaşe pêk hatin. Heta di nav kurdan de jî ev niqaşeya gelek gûr û xurt bû. Lewra di destpêkê de Celal Talabanî û Emerîkayîyan li ser dewleta eyeletî li hevûdu kiribûn. Di encama van niqaşeyên de li Iraqê biryar hat girtin ku Dewleta Iraqê bibe dewletek federal. 

Loma jî di destpêkê de gor dewleta federal makezagonek hat amade kirin. Ev makezagona di sala 2005-an de encama referandûmê hat pejirandin.

Di sala 2005-an de Herêma Federe ya Kurdistanê ava bû. Beşa ereban her çiqas hat niqaşe kirin ku bibe du herêmên federe (herêma federe ya şîiyan û herêma federe ya sûniyan), lê herêma ereban şiklek qezenç nekir. Loma jî li Iraqê, dewletek di navbeyna federal û konfederal de ava bû.

Di sala 2005-an de di heman dem de hilbijartina giştî pêk hat û desthilatdariya federal jî şikl girt.

Pirsgirêk a Kerkuk û herêmên din yên Kurdistanê…

Hezar mixabin dema ku biryar hat girtin ku Iraq bibe federal û di heman dem de makezagona dewleta federal hat pejirandin, Kerkuk û gelek herêmên din yên kurd ji derveyî Herêma Federe ya Kurdistanê man. Bes di makezagonê de hat pejirandin ku li Kerkukê serhejmariya nûfusê dê çê bibe û encama referandûmê qedere Kerkukê û herêmên din yên kurd diyar bibe ku bi desthilatdariya Kurdistanê, an jî bi desthilatdariya nevandî ya federal re bê girêdan.

Diviya bû ku di 2007-an de referandûm bihata lidarxistin. Lê heta îro referandûm pêk nehat. Ji bona Iraqê û Dewleta Federe ya Kurdistanê pirsa mezintirîn, pirsa Kerkukê û herêmên din yên Kurdistanê ne. Ji bona vê pirsê gavên hatine avêtin û bên avêtin hîn tune ne. 

Bi taybetî piştî ku Iraq ketiya merheleyek nû û Emerîkayê xwe ji Iraqê vekişandiye, ev pirsa dê çareser bibe û an nebe, ji bona kurdan gelek girîng e.

Ez di wê baweriyê de me ku pirsa Kerkuk û herêmên din yên kurdan li Musulê û Diyaleyê ket merhelek dijwar. Pêşî ronî xuya nake. Hikumeta Malîkî di vê pirsê de bi berpirsiyarî tevnagere. Pişta xwe dayê Îranê û bi vê derfetê dûr nîne ku li ser pirsa Kerkukê raze. Makezagonê binpê bike. Siyaseta xwe hişk bike û di vê pirsê de bixwaze ku bi kurdan re bîne roejvê, kurd jî ji bona ku rewşa Iraq û herêmê xesas e, paşve gav bavêjin û pirsa Kerkukê çareser nebe.

Ew xeyela kurdan ya Kerkukê dê bimîne biharek din. Heta xeterî heye ku pirsa Kerkukê heta yekîtiya Kurdistanê jî çareser nebe.

Hîn li Iraqê sîstema demokrasiyê rûneniştiye: Loma jî sîstema federal xwediyê pirsgirêkê ye…

Li Iraqê û bi taybetî jî li beşa ereban pêvajoya demokrasiyê rûneniştiye û bi hemû dezgehên xwe ava nebûne û demokrasî nebûye babetek jiyanê. 

Gelo di van şertên Emerîkayê xwe ji Iraqê vekişandî de û hikûmeta nevandî ya federal ya Malîkî pişta xwe dayê Îranê û dixwaze ku li Suriyeyê jî sîstema otorîter ya baasê dom bike, dê çawa demokrasiyê pêş bixe û ava bike?

Ev pirsa ji bona Iraqê gelek girîng e. Ev pirsa di navbeyna kurd û eraban de jî dê bibe sedema pirsgirêkên mezin.

Baş tê zanîn ku ji bona ku sîstema federal jiyana xwe bidomîne, demokrasiyek xurt û rûniştî pêwîst e. Lewra di sîstema federal ya Iraqê de Kurd û ereb û hemû kêm neteweyên din; sûnî û şîî desthilatdariyê parve dikin, divê parve bikin. Ew jî bes bi sîstema demokrasî dikare  pêk bê. 

Hezar mixabin li Iraqê hîn sîstema federal jî gor pîvanên federalîzmê nameşe. Meclîsa Iraqê hîn federalîzmê bi her awayî pêk nîne. Di jiyana perwerdayî û dadwerî de jî hîn kêmasiyê mezin yên sîstema federal hene.

Bi taybetî jî hîn li Iraqê herêma/herêmên federê yên ereban jî ava nebûne. Gelek siyasetmedar û beşên şîîyan jî li dijî federebûna ereban, heta li dijî dewleta federal ya Iraqê ne. Loma jî guhertina makezagonê dixwazin.

Girîngiya demokrasiyê bi ceribandina Iraqê ya salên 70-yî jî derdikeve holê. Wek tê zanîn di 11 Adara 1970-yî de encama peymanekê li Iraqê kurd û ereban desthilatdarî parve kirin û kurd li Kurdistanê bûn desthilatdar. Ev desthilatdarî jî, di sîstema otonomî-xweserî de pêk hat. Hezar mixabin ji bona ku sıstema demokratîk rûneniştibû û çanda demokrasî nehatibû pejirandin, desthilatdariya ereban ya navendî biryar da ku Otonomiya Kurdistaanê ji holê rake. Ew jî gelek aşkere bû ku bi şer dikarî rabe. Di encamê de di sala 1975-an de di navbeyna kurdan û hikûmeta navendî de şer dest pê kir. Hikumeta Navendî ya kolonyalîst her çiqas nikarî bi serê xwe zora kurdên a di bin serokatiya Mele Mistefa Barzanî de bibe, bi dewleta kolonyalîst ya Îranê re li hev kir, erdê xwe yên xwediyê dewlenmendiya petrolê da Îranê. Îranê jî pişitgiriya xwe ji kurdan kişand. Emerîkayê jî ji derveyî Îranê pişitgiriya xwe ya kurdan dom nekir. Encama Peymana Cezayîrê Otonomiya Kurdistanê hat hilweşandin.

Divê ku kurd di pirsa sîstema demokrasî û cî bi cî bûna çanda demokrasiyê de xesas bin û bi israr bin.

Hikumeta Malîkî di siyaseta navneteweyî û herêmî de jî dê bi kurdan re di nav nekokiyekê de be…

Hîç şik tune ye ku Malîkî nêzikî Îranê ye û heta mirov dikare bibêje ku Malîkî xulamê İranê ye. Encama ev siyaseta xwe jî, ji Suriyeyê re piştgirî dike. 

Iraqê, di Yekîtiya Ereban de ji bona ambargo û biryarên di derbarê Suriyê de deng neda. Ev siyaseta wî li dijî demokrasî û pêvajoya avabûna Iraqê ya nû ye. Lewra li Suriyeyê rejîma baasê dom dike. Rejîma baasê li gel zulmê dike û her roj însanan dikûje. Rejîm, li dijî demokrasiyê ye, rejimek otorîter û faşîzan e. Li Iraqê baasî jî heps in. Malîkî piştî rûxandina rejîma baasê bûye hikumet.

Ew siyaserta Malîkî hîç şik tıune ye di pêşerojan de ji Emerîkayê û ji Rojavayê dûrbînê dê bîne rojevê. Ev jî hîç şik tune ye ku dê li dijî berjewendî û siyaseta kurdan be. Lewra ew siyaseta kurdan dê bi tenê bihêle û kurdan ji dinyayê dur bixe. Tenemayîna kurdan jî ji bona dewletên kolonyalîst yên herêmê û hikumeta nevandî ya Malîkî derfetên nû yên xeter derdixe holê.

Divê kurd di ev siyaseta Malîkî de hayîdar û şiyar bin. Vê xeteriyê bibînin û gor wê tedbîran bigrin. 

Hezar mixabin Iraq siyaseta xwe ya li dijî Suriyeyê bi destê Celal Talabanî û Hişyar Zebarî dimeşînin. Kurd mecbûr in ev siyaseta xwe ji çav derbas bikin.

Di navbeyna sûnî û şîîyan de nekokî û şer xeteriyek e…

Li Iraqê di navbeyna sûniyan û şîîyan de nekokî û şerek heye. Ew şera şerê desthilatdarî ye. Berê şîîyan bi tevayî û bi awayekî dîktatorî li Iraqê hikûm dikirin. Nûha jî şîî û Malîkî dixwaze ku li Iraqê desthilatdar be. Sûniyên Iraqê di dereceya duyem de xwediyê rolek bin.

Şerê şîîyan û sûniyan her ku diçe gur û xurt dibe. Bi taybetî jî biryara di derbarê Haşîmî de û çûyina Haşîma ya Kurdistanê, di nekokiya sûnî û şîıyan de qonaxek nû diyar dike.

Malîkı dixwaze kurdan jî di vî şerî de bikee teref. Divê kurd di vê pirsê de gelek şiyar bin û nebin teref. Lê ji bona ku neheqî ji aliyê hiqûqî û mafan de li sûniyan nebin, divê xurtbûna sîstema federal, ji bona vê jî , ji demokrasiyê re xwedî derkevin.

Di encamê de…

Ev hemû şirove û tespîtên min derdixe holê ku Iraq li qonaxek nû ya girîng û taybet e. Pêwendiyên kurdan û ereban dê naverokek din qezenç bike; sîstema federal dê di pêşerojan de hîn zêdetir bê niqaşe kirin, siyaseta navneteweyî ya Iraqê dê bibe mijarek girîng, pêwendiyêm sûniyan û şîîyan dê formetek nû qezenç bike.

Divê Iraq baş bê şopandin. Divê berpirsiyarên Dewleta Federe ya Kurdistanê gelek şiyar û hoste bin.

 

Amed, 24. 12. 2012

Back to top button