Başûr û bakurê Kurdistanê bi rêya trenê bi hev re tên girêdan

Li gorî rêketina navbera Herêma Kurdistan, Iraq û Tirkiyeyê, dê rêyeke trenê navbera Iraq-Tirkiye-Kurdistanê de bê çêkirin, her wiha ji bilî deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl (Xabûr), du deriyên din jî dê bên vekirin. 

Şandeke hevbeş a Herêma Kurdistan, Iraq û Tirkiyeyê, duhî, li hotel Rotana ya bajarê Hewlêrê civiyan û li ser çêkirina rêyeke trenê û vekirina du deriyên sînorî yên din di navbera Kurdistan û Tirkiyê de rê ketin. 

Li gor AKnews, piştî civîna navbera her sê aliyan de, wezîrê bazirganî yê Herêma Kurdistanê Sînan Çelebî diyar kir ku piştî 4 civînên hevbeş ên navbera hikûmetên Iraq, Tirkiye û Herêma Kurdistanê de, biryar hat dayîn ku, ji bilî deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl, 2 deriyên din bên vekirin û her wiha rêyeke trenê jî navbera Tirkiye û Kurdistan û Iraqê de bê çêkirin. 

Çelebî got ku, yek ji wan deriyên sînorî 5 km û yê din jî dê 15 km ji deriyê Îbrahîm Xelîl, dûr be û dikevin navçeyên Şînawe û Qerewil ên ser bi Zaxoyê ve. 

Wezîrê bazirganiyê got:

Nuha rojê 3 hezar otomobîlên barhilgir di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyê de derbas dibin ku 1500 jê yên Tirkiyê û 1500 jî yên herêma Kurdistanê ne. Bûdceya vekirina her du deriyên nû 25 milyon dolar hatiye texmînkirin ku nîvê wê Iraq û nîvê din jî Tirkiyê dabîn bike. Ev proje dê di nav 2 salan de bê çêkirin. 

Rêveberê giştî yê bazirganiya Tirkiyeyê, Hesen Koseoglu jî got:

Vekirina van her du deriyan pir girîng e, ji ber ku tişt û kelûpel dê yekser derbasî welatên erebî û kendavê bibin. Ev yek dê sûdeke mezin bo Iraqê hebe. 

Koseoglu diyar kir ku, qebareya bazirganiyê ya navbera Tirkiye û Iraqê di sala 2011ê de, 8 milyar dolar bû ku 6 milyar dolar ji Herêma Kurdistanê bû.

Nerîna min :