Polîtîk
El Erebî telefonê Barzanî kir
Nebîl El Erebî Sekreterê Giştiyê Civaka Erebî pêwendiyek bi rêya telefonê li gel serokê Kurdistanê Mesud Barzanî pêkanî. El Erebî li ser rewşa Iraqê û arişeyên ku li Iraqê dest dayîn li gel serokê Kurdistanê gotubêj kir.
Li vê pêwendiya telefonî da di derbarê pêvajoya siyasiya Iraqê û wan tengasiyên siyasiyên ku li vê dawiyê dûçarî pêvajoya siyasî bûye guftûgo kirin. Her li vê pêwendiya telefonî da her du alî li ser çawayiya çareserkirin û derbasbûna ji wê tengasiyê danustandina bîr û ramanan kirin.