Polîtîk

Bozyel pişgirî da gotinên Arinc

Serokê Giştî yê HAKPAR’ê Bayram Bozyel, bal kişand ku payebilindê AK Partiyê Bülent Arınç di dema çêkirina makezagonê de ev gotin kirine û wiha got: “Ji bo kurdan statûyek lazim e. Di nava vê statûyê de xwe bi xwe îdarekirin heye. Wê gavê divê Tirkiye ji aliyê sîstem û îdarî ve jî xwe ji nû ve dîzayn bike.”

Bayram Bozyel, derbarê gotinên Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bülent Arınç de, ji AKnewsê re axivî. Bozyel, diyar kir ku ji gotinên Arınç tê xuya ku pirsgirêka kurd di rojevê de ye û wiha got:

“Heta ev pirs jî safî nebe, tu gavekî mezin di warê qanûna esasî de nikare bê avêtin. Niha Tirkiye gengeşiya destûra nû dike. Ev ji bo Tirkiyeyê fersendek e. Ji ber ku cara ewil e bi destê gel îmkana çêkirina destûrê çêdibe. Tişteke erênî ev e ku pêvajoya amadekarina destûra nû bi nîqaşên çareserkirina pirsa kurd re paralel dimeşe. Hêvî ji vê destûrê ev e ku esasen pirsa kurd çareser bike. Di qonaxeke wiha de gotinên Birêz Bülent Arınç gelek balkêş in. Bi qenaeta min cara ewil e ku li ser navê hikûmetê û li ser navê AKP’ê şexsiyeteke wisa payebilind daxuyaniyeke wisa bi rêk û pêk û berfireh çêdike. Vê axaftinê jî di parlamentoyê de, di dema hevdîtina budçeyê de çêdike.”

Bayram Bozyel, destnîşan kir ku ew bawer nake Arınç bi serê xwe ev gotin kiribin û wiha berdewam kir: “Muheqeq haya hikûmetê, haya serokwezîr ji vê axaftinê hebû. Heta niha ji hemû rayedarên tirk baştir axivî. Çimkî ew mafên kurdan weke tişteke rewa dibîne û divê ev yek bikevin bin mîsogeriya destûrê.”

Serokê HAKPAR’ê, bal kişand ku eger miletek hebe mafên wî jî hene û divê ev maf di makezagonê de bên bicihkirin û ev tişt gotin:

“Ji ber vê yekê jî divê hem di aliyê destûrî de, hem jî di aliyê îdarî de çarçoveyek çêbibe. Kurd dê mafên xwe yên kolektîf û miletî di kîjan çarçoveyê de bi kar bînin? Ji bo kurdan statûyek lazim e. Her çiqas birêz Arınç behsê neke jî ev mantiq, ev nêrîn meseleyê tîne vê radeyê. Di nava vê statûyê de xwe bi xwe îdarekirin heye. Wê çaxê divê Tirkiye ji aliyê sîstem û îdarî ve jî xwe ji nû ve dîzayn bike. Tam dema gavavêtinê ye.”

Back to top button