Endamê Desteya Serokatiya ENKSê, Mihemed Îsmaîl ji Rûdawê re ragihand, eger danûstandinên Kurdî-Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê yên di navbera ENKS û hevalbendên wê û PYD û hevalbendên wê de serkeftî bin, dê piştî salekê ji rêkeftinê hilbijartinên giştî li Rojavayê Kurdistanê bên lidarxistin.
Mihemed Îsmaîl, ku hevdem endamê şanda danûstandinê ya ENKSê ligel Partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdî (PYNK) ye jî, diyar kir gotûbêjên wan berdewam in û têkildarî mijara rêvebirinê wan gavên baş avêtine.
Mihemed Îsmaîl got: “Diyaloga me berdewam e û civat çê dibin û me hinek gavên baş jî avêtine, lê heta niha hunek zehmetiyên wê hene. Hertim di diyalogan de xalên giring û giran dimînin dawiyê, destpêkê mirov di xalên hinek rihet de gavan davêje. Heta niha me gavên ciddî yên baş avêtine.”
Endamê Desteya Serokatiya ENKSê destnîşan kir, ew wek ENKS ji bo serxistina diyaloga Kurdî-Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê ciddî ne û hêvî kir, ku aliyê din ê diyalogê jî ku PYNK ye, bi heman awayî ciddî be, daku hevbeşiyeke rasteqîne û adilane di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê û Partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdî de bê avakirin.
Bi gotina Mihemed Îsmaîl, ENKS rola Amerîkayê weke aliyê sêyem ê dansûtandinan û welatê garantor di berdewamî û serxistina diyalogê de giring û ciddî dibîne û got: “Bi rastî Amerîkî gelek hewl didin ku ev prose biserkeve.”
Mihemed Îsmaîl destnîşan kir, ENKS û PYNK di derbarê rêvebirina Rojavayê Kurdistanê gavên gelek baş avêtine û ragihand: “Di beşê rêveberiyê de me gavên baş avêtine, li ser têgihîştina me ku rêveberî çawan çê bibe, çawaniya beşdariya ENKSê di rêveberiyê de, çawaniya reformên di rêveberiya heyî de ku çawan guhertin têde çê bibin, xortkirin û bihêzkirina wê, li ser van mijaran û xalên girêdayî rêveberiyê me gavên baş avêtine.”
Endamê Desteya Serokatiya ENKSê herwiha ragihand, beşa îdarî, emnî û parastinê hêj maye û hêj herdu aliyan derbarê wê mijarê de dest bi gotûbêjan nekirine.
Wî serkirdeyê ENKSê ji Rûdawê re got, piştî lihevkirina wan bi salekê dê li Rojavayê Kurdistanê hilbijartin bêne lidarxistin.
Mihemed Îsmaîl got: “Piştî îmzekirina rêkeftinê, em dê salekê bi hev re kar bikin û piştî salekê em dê bikevin hilbijartinê.”
Bi gotina Mihemed Îsmaîl, piştî rêkeftinê beşdariya aliyan di rêvebirina Rojavayê Kurdistanê de bo dema salekê bi awayê lihevkirinê dibe, lê piştî hilbijartinan dê li gor encamên hilbijartinan be.