PolîtîkRojev

Keçên Êzdî daxwaza alîkariyê dikin

Heft keçên Êzdî yên ji destê Da’îşê rizgarbûyîn bi nûnerayetiya keçên rizgarkirî û bendkirî serdana Parlemena Kurdistanê kirin û li rûniştineke girtî de li gel Seroka Parlemena Kurdistanê behsa êşên xwe kirin û daxwaz kirin ku ji bo rahênana wan û têkilkirina wan ya li gel civakê û baştirkirina rewşa derûniy wan û dabînkirina cîhek ji bo hewandina wan karên pêwîst bêne kirin.

Li van çend salên derbasbûyî bi hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşek ji keçên revandiyên destê Da’îşê hatin rizgar kirin, lê belê heta niha bi sedan keçên Êzdî li bajarên Sûriye û Tirkiye li destê Da’îş da mane û nehatine rizgar kirin. Hewlên azadkirina wan ya dûbare vegerandina Kurdistanê û paşê vegerandina wan ya li nava malbat û civakê her berdewame.

Back to top button