Dosya

Piştî neftê Tirkiye dê gaza xwezayî jî wergire

 

Piştî neftê Tirkiye dê gaza xwezayî jî bikire

Çend rojeke herêma Kurdistanê dest bi hinartina neftê bo Tirkiyeyê kiriye û hikûmeta nawendî a Îraqê li hember vê  biryara Kurdistanê gelek dilgiran in.  

Berprisên hikûmeta Bexdayê bi çend daxuyaniyan daxwaz ji hikûmeta Tirkiyeyê kir û hirtina nefta Kurdistanê bo Tirkiyeyê ragire û “ev karê Tirkiye dike binpêkirina serweriya Îraqê ye û divê hikûmeta tirkî bi rêya hikûmeta nawendî û wezareta neftê a hikûmeta Îraqê neftê ji herêma Kurdistanê bikire.”

Lê hikûmeta Tirkiyeyê ti qîmet neda daxuyanî û gefên berprisên îraqî û Taner Yeldiz wezîrê enerjiya Tirkiyeyê di bersiva hikûmeta Bexdayê de got ku, hikûmeta Tirkiye ti giringiyê bi daxuyaniyên berpirsên îraqî ande û dê li ser hinartina nefta Kurdistanê berdewam be. û got jî ku, niha hikûmeta Tirkiyeyê ji bo hinartina gazê jî digel herêma Kurdistanê di nav danûsdtandinan de ye.

Li gor malpera Haber Turk, konseya organîzekirina bazarê enerjyê a tirkî kompaniya Siyah Kalem destnîşan kiriye ku, ji bona veguhastina gaza xweistî ji herêma Kurdistanê bo Tirkiyeyê bi fermî rêkeftinekê îmza bike.

Konseya organîzekirina bazarê enerjyê 90 roj mecal daye kompaniya Siyah Kalem ku peymanekê bi herêma Kurdistanê re îmza bike. Li gor peymanê di sala 2014ê de hinartian gaza xwezayî ji herêma Kurdistanê bo Tirkiyeyê dest pê dike û di qonxa yekem de 700 milyon mertir sêca  dice Tirkiyyeê. Ev rêje sal bi sal tê zêdekirin û heta sala 2033ê dê 3.2 milyar metir sêca gaza xwezayî biçe Tirkiyeyê

 

Back to top button