Polîtîk

Esad maskên gazê ji leşkerên xwe re belav kirine

 

Li paytexta Suriyê, li Şamê pêr, li hemberî avahiya ewlehiyê êrîşeke întixarî hatibû lidarxistin û di encama êrîşê de, wezîr û zavayê Esad û  cîgirê wezîrê parastinê hatibûn kuştin. Li ser vê bûyerê, di çapemeniya cîhanê de cih digire ku Esad, li hemberî muxalifan dike pelîtikaya xwe a tund her biçe bişidîne. 

 Tê ragihandin ku, li ser kuştina erkdarên bilind, Esad xwe amade dike ku komkujiyan pêk bîne.

Di bergeha amadehiyên komkujiyan, Esad, maskeyên gazê li yekîneyên leşkerî belav kirine. Ger ev rast be, tê xuyakirin ku, rejîma Esad, wê çekên kîmyasal bikarbîne. 

Dîsa çavkaniyên muxalîf îdia dikin ku, ji şeva çûnê vir ve, 600 moşekên kîmyasal yên menzîla kin, ji biryargeha hêzên hewayî a li Şamê, ji xangaran derxistine û bi  yekîneyan re şandine. Ji yekîneyên ku bi rijîmê ve girêdayîne jî, ji wan re maskeyên gazê belav kirine.

Muxalif endîşeyên xwe jî tînine ziman û dibêjin, ew moşekana Suriye kare li hemberî welatên cîran jî bikarbîne. Pêwiste rojekê pêşde hêzên cîhanê mudaxeleya vê  rewşê bikin. 

Di destpêka çalakiyên ku li Suriyê ji aliyê muxalifan ve destpêkir û heta îro, ew rojên dawiyê nîşan dide ku şîdet, di van rojan de, di asta herî  bilind daye. Di 2 rojên dawiyê de, ji ber bûyerên şîdetê, tê îdiakirin ku zêdetirî 370 kesî jiyana xwe ji dest daye.  

Piştî êrîşa întixarîi hatibû îdiakirin ku, serokdewletê Suriyê Beşşar Esad jî di êrîşê de birîndar bûye. Ew îdiayan pûç derketin. Duh Esad  derkete holê. Beşar Esad, duh beşdarî merasîma sondxwarina wezîrê parastinê bû.  

Back to top button