Civak

Berê xwe didin Kurdistanê

Şirket a  Chevron a petrolê şirketa duyem amezina Emerîkaye û ji berî demekî berê xwe dabû Kurdistana Başûr jî û dixwest li gel hukumeta Kurdistanê peymanekî çêbike.

Li gora ajans a Reuters şirketa Chevron peymanek li gel şirketa Hindistanî ya bi navê Reliance Industries (LTD) pêkaniye.LTD li devera Hewlêr û Duhokê du bîrên petrolê kolan e. Niha şirketa Chevron ji % 80 behra xwe di van bîran de çêkiriye.

Şirketa  Shevron da xuyakirin ku her çikas di pirsa firotin û derxistina petrolê de arêşe di navbera hukumeta Bexdayê û ya Hewlêr de hebê jî, hukumeta Kurdistanê girêdayê peymanên xwe ye û di pirsa petrolê de gelekî şefaf e. Ev yek jî dibê sedem ku şîrketên mezinên cîhanî berê xwe didin Kurdistanê.

Berpirsên Chevron dan xuyakirin ku niha wan famê du bîrên petrolê kirîne û ew hêviya derfetên dinin ku di warê petrolê de li gel Kurdistanê karê xwe berfirehtir bikin.

Back to top button